BI DÎMEN

‘Me bi du odeyan destpê kir, lê niha bi hezaran dibistan û zanîngeh hene’

Bekir Ceradê diyar kir ku ziman nasname û hebûna gelan e û got: “Bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re em hene. Em bi zimanê xwe hene û em ê bi zimanê xwe hebin.”

Dema ku mirov dîroka gelekî binirxîne pêwîste dîroka zimanê vî gelî jî bê nirxandin. Ji ber ku dîroka gel û zimanê gel ne dûrî heve. Di şîroveya dîroka gelekî de mirov nikare dîroka ziman jê qut bike.

Dagirkeriyên ku Kurdistan mêtînger kirine, ji bo ku nasname û zimanê wan qir bikin serî li rêbaza êşkenceyê dan. Demê te bi Kurdî biaxiviya yan mirin yan jî êşkence li te dihat ferzkirin. Gelek caran ji bo axaftina bi zimanê Kurdî jî bac dihate ferzkirin.

Lê bi hatina Şoreşa Rojava re her tişt berovajî bû. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî avabûna Rêveberiya Xweser, li her qadê jiyanê li gor fikra Neteweya Demokratîk xebatên jinûve avakirinê hatin destpêkirin û gelek destkeftî jî bi saya şoreşa Rojava bûye para zimanê Kurdî yê ku li ber qirkirinê bû. Kurd ku welatê wan bûye çar parçe û ji aliyê dewletên serdest ve zimanê wan hatiye qedexekirin, bi Şoreşa Rojava re şoreşa zimên jî dan destpêkirin û têde gelek xebatên ziman ên weke nivîsîn, werger û xwendin jî pêş ketiye. Weke her qadên jiyanê ji aliyê huner û wêjeyê ve jî xebatên cur bi cur hatin destpêkirin.

Hevserokê Deseya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Firatê Bekir Ceradê têkildarî pêşketina zimanê Kurdî ya piştî Şoreşa Rojava ji ANF’ê re axivî.

‘ÇAND, ZIMAN Û NASNAME QEDEXE BÛ’

Bekir diyar kir ku çirûska ku ji Kobanê destpê kir rastiya dîrokê ya windayî derxist û ew dîrok jî ji nûve nivîsand û got: "Bi bihara Ereban re Şoreşa Rojava destpê kir, ew çirûska ku ji Kobanê pêketî bi xwe re gelek destkeftî anî. Projeya netewa Demokratîk a ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo derketiye, bandor li tevahî Rojhilata Navîn kiriye. Dewletên din hebûna neteweyên cuda di nava xwe de napejirînin, lê bi projeya netewa demokratîk hemû gel bi hev re li Rojava dijîn."

Bekir anî ziman ku bi saya berxwedêran wan gavên gelekî mezin bidest xist û ruxmî gelek êrîşan jî şoreşa Rojava xwe parast û ev tişt anî ziman: "Şoreşa Rojava gava ku derket, ji êrîşan xilas nebû. Bi destê dewleta Tirk, DAÎŞ’ê êrîşî Rojava û Kobanê kir. Xwestin şoreşa ku di şexsê Kobanê de dest pê kirî, di şexsê Kobanê de têk bibin. Rastiya jiyana azad di vê şoreşê de hat avakirin. Yê ku mirov dikare bêje jî şoreş vejîne ew jî di şexsê zimanê Kurdî, bi şoreşa Rojava re ji nûve zimanê Kurdî vejîn bû. Li Kobanê jî bi rengekî veşartî dibistan dihatin vekirin, dibistana ku bi du odeyan gelek mamoste di wê dibistanê de derçûn. Ew jî bi saya Şehîd Viyan e ku bi keda xwe ziman parast û bi wê jî ziman veguherî vejînbûnê û rûpelekî nû ji zimanê Kurdî re hate vekirin.

Me bi du odeyan destpê kir, vaye bûye bi hezaran dibistan, mamoste û xwendekar. Piştî avakirina Rêveberiya Xweser ku beriya wê cihê fêrbûna zimanê Kurdî bi SZK’ê dihate naskirin, di 27’ê Çileyê de fermî Desteya Perwerde û Fêrîkirinê hate vekirin û dibistan hatin vekirin û gelek xwendekar jî cihê xwe di dibistanê de girtin. Roj bi roj bi hezaran xwendekar bi zimanê dayîka xwe dixwînin, ev bi xwe destkeftiyeke li kêleka şoreşa Rojava, şoreşa ziman pêş ket."

‘EM BI ZIMANÊ XWE HENE Û EM Ê BI ZIMANÊ XWE HEBIN’

Bekir destnîşan kir ku ev destkeftî hemû bi saya şehîdên şoreşê ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bi saya van şehîdan gihîştin van astan, ji bo azadî û nasnameya gelan bi sedan kes berê xwe dan Kobanê û şehîd bûn. Ziman nasnameya gelan e. Bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re em hene. Em bi zimanê xwe hene û em ê bi zimanê xwe hebin.”