Li Minbicê 6 gund hatin bombebarankirin
Hat ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker di saetên şevê de herî kêm 6 gundên Minbicê bombeberan kirine.
Hat ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker di saetên şevê de herî kêm 6 gundên Minbicê bombeberan kirine.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê saet 03.00’ê yê barbanga îro 6 gund topbaran kirin.
Di daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Minbicê de hate diyarkirin ku gundê Toxar û Derec ên bakur û rojhilatê Minbicê bi 26 guleyên hawn û obîsan, gundên Ereb Hesen, Cerad û Um Cilûd bi nêzî 20 guleyên hawn û obîsan û 5 bombeyên ronahiyê û gundê Ewn Dadat ê bakurê kantonê hatin topbarankirin.