‘Destkeftiyên şoreşê bi destê jinê hatin bidestxistin û parastin'

Endama Meclîsa PYD’ê ya taxa Xerbî ya Qamişloyê Şêrîn Yusuf, da zanîn ku bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re biryardariya têkoşînê hê xurtir bûye û got ku destkeftiyên şoreşê bi destê jinê hatin bidestxistin û parastin.

Bi wesîleya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê Endama Meclîsa PYD’ê ya taxa Xerbî ya Qamişloyê Şêrîn Yusuf ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku beriya şoreşê ji ber ku rêxistinbûna jinan nebû, jin bi karên malê û xwedîkirina zarokan mijûl dibûn û wiha got, “Em wê demê ji rêxistinbûnê dûr bûn. Bi destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, êdî gel daketin qadan û alên şoreşê bilind kirin. Ji bo mezinkirina şoreşê gel bi şev û roj di nav xebatê de bûn.”

Şêrîn Yusuf, anî ziman ku ew bi demê re beşdarî xebatên Kongra Star bûye û wiha domand, “Ji bo naskirina rastiya xwe û hêza xwe tevlî xebatan bûm. Min cihê xwe di nava xebatên avakirina komîn û malên gel de girt. Ji bo berfirehkirina xebatên xwe me serdana malan dikir. Me daxwazên gel guhdar dikir. Xebatên rêxistinkirina gel û jinan me pêk dianî. Piştre hêdî hêdî jin ji her derekê dihatin nav xebatê de cih digirt. Ew yek ji bo me hêzek jî dida avakirin ku em vê xebatê berfirehtir bikin.''

'ŞOREŞA ROJAVA JI BO JINAN BÛ RÊYA RONAHIYÊ'

Şêrîn Yusuf, daxuya kirin ku di wê demê de derbasî perwerdeyek a Kongra Star’ê bûye û wiha axivî, “Di wê demê dewreyên perwerdê hatin vekirin, min pir dixwest ez jî derbasî wan perwerdeyan bibim, lê min her digot zarokê min piçûk in û niha derfeta min tune ye. Lê rojane daxwazê min li hember perwerdeyê zêdetir dibû, ji bo wê ez derbasî perwerdeyeke 15 rojan bûm. Di wê perwerdeyê de hîn zêdetir daxwaza min li hember xebatê zêdetir bû. Di perwerdeyê de me zanîbû ku ji behra zanebûnê em hîna tîpekê nizanin. Waneyên ku di perwerdeyê de me digirtin, ji me re weke rêyeke ronahîyê bûn. Di wir de me farq kir ku zanebûn û jêhatî bûn di nav çar dîwaran de û bi xwedî kirina zarokan re pêşnakeve. Di pêvajoya perwerdeyê de nêrîna me li ser jiyan, xebat û civakê guherî.”

Şêrîn Yusuf, di dawiyê de diyar kir ku Şoreşa Rojava bû rêya ronahiyê ji bo hemû jinan û wiha got, ''Şoreşa 19'ê Tîrmehê guhertin di kesayeta bi hezaran jinan de da çêkir. Îro jî encamên wê diyar in. Encama têkoşîna ewqas sal, di roja me ya îro de diyar dibe. Jin di her qadek jiyanê de cih girtiye, îro destketiyên şoreşê bi keda jinan tên bi dest xistin û parastin. Ji bo wê şoreşa 19'ê Tîrmehê bû rêya ronahî ji bo hemû jinan.''