Cenazeyê şervanê Hêzên Cebhet El Ekrad Ebdullah El Ehmed hate veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Cebhet El Ekrad Ebdullah El Ehmed ê di 11’ê Tîrmehê de li Minbicê şehîd bibû, li Goristana Şehîdan a Fafînê hate veşartin.

Cenazeyê şervanê Hêzên Cebhet El Ekrad Ebdullah El Ehmed ê di 11’ê Tîrmehê de li Minbicê şehîd bibû, li Goristana Şehîdan a Fafînê ya Minbicê hate veşartin. Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê, endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, nûnerên ji Rêveberiya Xweser, Kongra Star û partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehba Mihemed Wilo axivî û di şexsê şehîd Ebdullah El Ehmed de tevahî şehîdên meha Tîrmehê bi bîr anî.

Endama Meclîsa rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Elham Mihemed axivî û got: "Şehîd sond xwar û pêk anî û tevlî karwanê şehîdan bû. Rojane di oxira parastina vê xakê û gel de em şehîdan oxir dikin. Ev yek jî ji bo parastina deskeftiyên gelê Kurd e."

Dûre li ser navê malbata şehîd, pismamê şehîd Ebdullah El Ehmed, Şêx Elî axivî û sersaxî da tevahî gelan û got ew ê şopdarê rêça şehîdan bin.

Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.