BI DÎMEN

Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin li Kobanê hatin bibîranîn

Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi pêşandana fîlma Zindana Amedê ya ku li ser berxwedana kadroyên pêşeng ên PKK'ê hatiyê kişandin, li Kobanê hatin bibîranîn.

42’emîn salvegera Berxwedan Rojina Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi çalakiyên curbecur li herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê bibîranîn. Bi boneya bîranîna Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê li hola Çand û Hunera Baqî Xido ya Kobanê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. 

Bi sedan kes li holê kom bûn û fîlma li ser berxwedana kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek, Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Mahmût Zengîn û Eşref Anyik hatibû kişandin, temaşe kirin. Di dema temaşekirina fîlm de kêliyên hestewar hatin jiyîn.