Ji bo gerîlaya YJA-Starê Ekîn Amanosê konê sersaxiyê hate vedan

Ji bo gerîlaya YJA-Starê Şehîd Ekîn Amanosê li Hesekê konê sersaxiyê hate vedan.

EKÎN AMANOS

Gerîlaya YJA-Starê Ekîn Amanos (Çinar Ehmed) di 13’ê Tîrmehê de li çiyayê Gabarê di berxwedana li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de şehîd bûbû.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ji bo şehîd Çinar konê sersaxiyê li ber mala malbata wê ya li taxa Telayaî veda û merasîmek hate lidarxistin.

Di merasîmê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Necah Hewas axivî. Necah di axaftina xwe de şehîdên azadiyê bi bîr anîn û derbarê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de jî got: "Tu kes nikare îradeya gerîla bişkîne. Îrade û israra gerîla ku ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan girtine, ji tevahî çekên nûjen bi hêztir in."

Ji fermandarên YPJ’ê Evînar Denîz bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û soza şopandina xeta şehîdan da.

Xwişka şehîd Ekîn Hebûn Ehmed li ser wesiyeta xwişka xwe cilên wê yên gerîla li xwe kiribûn û soza şopandina rêya wê ta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Ekîn Amanos hat xwendin û radestî malbata wê hat kirin. Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.