Di 4’emîn Kongreya Ciwanên Şoreşger de 5 ciwan soza tevlîbûna li refên gerîla dan

Di 4’emîn Kongreya Tevgera Ciwanên Şoreşger de 5 ciwan soza tevlîbûna li nava refên gerîla dan.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê kongreya xwe ya 4’emîn di bin dirûşmeya “Bi rihê şoreşa 19’ê Tîrmehê em ê xwe bi rêxistin bikin, dagirkeriyê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin” li dar xist.

Di Kongreyê de 5 ciwanan (xortekî û 4 jinên ciwan) derketin li ser dikê û soza tevlîbûna li nava Tevgera Azadiyê de dan. Ciwanan ku soza tevlîbûn dan, diyar kirin ku ew rêyê Rêber Apo û şehîdên şoreşê weke rêyê serkeftinê dibînin û wê vê rêyê bişopînin da ku dagirkeriyê têk bibin û civakekî azad ava bikin.