Serçeteyekî DAÎŞ'ê li Dêrazorê hate girtin

Li Dêrazorê di operasyoneke taybet a Hêzên Ewlekariya Hundirî de serçeteyekî DAÎŞ'ê hate girtin.

Navenda Ragihaninê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di daxuyaniyekê de ragihand, Dezgeha Ewlehiya Giştî bi Hevkariya Koalîsyona Navneteweyî roja 13’ê Tîrmehê operasyoneke bi bandor li dijî serçeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Xalid Hesen Selûm ku bi navê Ebû Fatima El Şiêtî tê naskirin li dar xist.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama operasyona ku bajarokê Xeranîc ê Dêrazorê hat lidarxistin de, serçete Xalid Hesen Selûm hat girtin.

Der barê serçeteyê hatî girtin de jî ev agahî hatin parvekirin; “Wekî emîrê xizmetên diravî li Dêrazorê erk girtibû. Alîkarê terorîst Ebû Suheyb El Iraqî bû. Beriya rizgarkirina Dêrazorê ji DAIŞ’ê ji aliyê QSD’ê ve, terorîst Xalid Hesen Selûm di dîmenekê ku DAIŞ’ê weşandibû de banga şer li çekdarên DAIŞ’ê dike. Piştî têkbirina rêxistina DAIŞ û rizgarkirina herêmê Ebû Fatima El Şiêtî şaneyeke herî xeternak a terorîst a ji pêkanîna kuştinan bi rêve dibir.”