ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Rêxistina Nûdem alîkariyê dide zêdeyî 30 hezar astengdaran
Rêxistina Alîkarî û Piştevaniya bi Astengdaran re ya Nûdem, di aliyê madî û manewî de alîkariyê dide zêdeyî 30 hezar astengdarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hestiyariya civakî bi pêş dixe. -
'Bêdengî rê dide dewleta Tirk ku êrîş bike'
Seroka Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser Adalet Omer diyar kir ku êrîşên ji bo koçberkirinê dewam dikin û got, "Hêzên hegemon ên ji vê sîstemê ditirsin, li hemberî êrişên dewleta Tirk û hêzên li pişt, bêdeng in." -
Li Dêrazorê 4 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê ragihand ku li bajarokê Şihêl ê Dêrazorê 4 çeteyên DAÎŞ’ê girtine. -
Li Hesekê û Qamişloyê çalakiyên 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' hatin lidarxistin
Li Hesekê gel û Yekîtiya Jinên Êzidî ya Hesekê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beşdarî pêngavê bûn. Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dest bi çalakiya kon kir. -
Şêniyên Efrîn û Şehbayê tevlî pêngava 10’ê Cotmehê bûn
Partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ku li Kantonên Efrîn û Şehbayê kar û xebat dimeşînin, ragihandin ku ew jî beşdarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ dibin. -
HRE'yê li sê herêman li dagirkeran xist: 7 mirî, 6 birîndar
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin 16'ê Cotmehê çalakî kirine û di encamê de herî kêm 7 çete hatine kuştin, 6 jî birîndar bûne. -
Li Efrîn a dagirkirî ciwanekî din hate revandin
Li gundekî Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, ciwanekî bi navê Siwar Hemdî hate revandin. -
'Min got, wê êdî mîna berê nebe'
Sûltan Îbrahîm ku piştî PKK nas kir û tevlî kar bû, derfet dît ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdarî bike. Sûltan Îbrahîm got, "Bİ coşeke mezin tevlî kar bûm. Min soz da ku êdî mîna berê nebe." -
Dagirkerên Tirk malên welatiyan topbaran dike
Dewleta Tirk a dagirker gundekî Şerayê topbaran dike û malên hemwelatiyan dike armanc. -
Di êrîşa li ser Şêrawayê de zarokek birîndar bû
Dewleta Tirk a dagirker gundekî Şêrawayê topbaran kir, di encamê de zarokek birîndar bû. -
Kongra Star bi daxuyaniyekê tevlî pêngavê bû
Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew tevlî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ dibin. -
Rêxistinên Civakî yên Sivîl ên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê piştgirî dan pêngavê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 27 rêxistinên civakî yên sivîl di bin sîwana Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de li hev kom bûn û piştgirî dan pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd. -
Li Dêrazorê 7 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê ragihand ku di operasyoneke hevbeş li gel hêzên Koalîsyona Navneteweyî de 7 çeteyên DAÎŞ’ê li rojhilatê Dêrazorê girtine. -
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî xwedî li pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ derket
Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî tevlî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ bû. -
Elî El Hesen: Em ê ji bo ewlehiya civakê canê xwe feda bikin
Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elî El Hesen diyar kir ku êrîşa li ser Akademiya Li Dijî Madeyên Hişbir plankirî bûye û got: “Em soz didin şehîdan ku em ê ji bo ewlehiya civakê canê xwe feda bikin.” -
Di çalakiyên HRE’yê de 5 leşkerên Tirk û 2 çeteyên wê hatin kuştin
HRE’yê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku di çalakiyên ku li dijî artêşa Tirk a dagirker lidar xistin de, 5 leşkerên Tirk û 2 çeteyên wê hatin kuştin. -
Dr. Ahmed: Ocalan civakê dixe navendê
Pisporê Rojhilata Navîn Dr. Taha Elî Ahmed got ku modela ku Abdullah Ocalan afirandiye civakê dixe navendê û xwedî nirxên avaker ên weke xwişk û biratî, hevgirtin, wekhevî û jiyana hevbeş a gelan e. -
Şoreşa Rojava berhemê ked û xebata Abdullah Ocalan e
Şoreşa Rojava xwe spart fikir û ramanên Rêbertî, gel û pêkhateyên din ên sûriyeyê Nêzîkatiyeke dijminatî ji şoreşa Rojava re ne kirin; berovajî wê, ew xwedî lê derketin û dîtin ku şoreşa Rojava şoreşa wan tevaye. -
Li Şehbayê cenazeyê 2 şehîdan bi girseyî hatin veşartin
Cenazeyê Cemîl Nasan û Îsmaîl Hesen ên di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a bi ser Akademiya Têkoşîna Dijî Hişbirê de şehîd bibûn, bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
QSD’ê li baregeha dewleta Tirk xist
QSD′ê ragihand ku hêzên wan li dijî baregeha dewleta Tirk a dagirker bi navê ′Mezre′ li gundewarê Eyn Îsayê çalakiyek kirine. -
Dagirkeran êriş birin ser karkerên li bexçeyên zeytûnan
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Soxanekeyê êriş birin ser karkerên li bexçeyên zeytûnan dixebitîn. -
Dewleta Tirk êriş bir ser gundekî Til Rifetê
Artêşa Tirk a dagirker topbaran li gundekî Til Rifetê barand. Di encamê de 3 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn. -
Li Reqayê cenazeyên 4 şehîdan hatin veşartin
Cenazeyên şehîdên ku li Dêrîkê ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hatin qetilkirin û şervana YPJ’ê Zehra Mihemed Elî li Reqayê hatin veşartin. -
Ciwanên Rojava li dijî komployê û ji bo silavkirina pêngavê wê 3 rojan bimeşin
Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo şermezarkirina Komploya 9'ê Cotmehê û silavkirina pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, Ji Pirsgireka Kurd re Çareserî” wê meşekî dirêj a 3 rojan li dar bixin. -
QSD’ê çalakiyên tolhildanê li dar xistin
QSD′ê ji bo şehîdên êrişa li Dêrikê û bi boneya salvegera dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê, çalakiyên tolhildanê li dijî artêşa Tirk a dagirker li dar xistin.