Şehîdên Qamişloyê wê bêne veşartin

Xalîde Îsa û kurê wê Hejar Silêman ku di êrişa dewleta Tirk de li Qamişloyê şehîd bûn, wê bi merasîmekê werin veşartin.

MERASÎMA JI BO DAYIK-KUR

Doh li hember Navenda Poste û Peywendiyan a taxa Enteriye ya bajarê Qamişloyê wesayitek teqiya. Di encamê de şêniya bi navê Xalîde Mihemed Şerîf (45) û kurê wê Hejar Ednan Silêman (24) şehîd bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku mayîn bi wesayitê teqiya ye.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî doh daxuyanî dabû û diyar kiribû ku destê dewleta Tirk û çeteyên wê di teqînê de heye.

Şêniyên Qamişloyê wê vê êvarê cenazeyên her du şehîdan li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a taxa Enteriye oxir bikin.

Merasîma oxirkirinê saet di 17:00'an de destpê dike.