BI DÎMEN

Malbata Serdem: Em ji PDK'ê cenazeyê xwe dixwazin

Malbata gerîla Serdem Cûdî ku di êrişa PDK'ê de şehîd bû, diyar kir ku sal jî derbas bibin ew ê daxwaza cenazeyê xwe bikin û got, xiyaneta PDK'ê êdî eşkere bûye.

Li Xelîfanê, li ser Çemê Zê di şeva 28-29'ê Tebaxa 2021'ê de komeke ji 7 gerîlayan li êrîşa hêzên PDK'ê rast hat û di encama vê êrîşê de 5 gerîla şehîd bûn. Yek ji van şehîdan jî Serdem Cûdî (Yûsif Îbrahîm) bû. Kekê Serdem Cûdî Yûsif Îbrahîm û xwişka wî Gulçîn Îbrahîm ji ANF'ê re axivîn.

HAYA GELÊ KURD JI XIYANETA PDK'Ê HEYE

Yûsif Îbrahîm got, "Gerîla rûmeta gelê Kurd diparêze. Eger gerîla nebûya wê rûmeta gelê Kurd bihata binpêkirin. Gerîla ji bo gelê xwe canê xwe feda dike. Gelê Kurd ê ku dewleta Tirk jê re got, 'me beton li ser rijand' ji nû ve rakir ser piyan. Gerîla nebûya gelê me jî nedima. Gerîla li dijî dijminê ku mirovahiyê nas nake, bi rengekî hovane êrîş dike li çiyê birçî, tî, bê xew dimîne û şerê nasnameya gel dike."

Yûsif Îbrahîm destnîşan kir ku dîroka PDK'ê bi rûpelên qirêj dagirtî ye û got, "Xiyaneta PDK'ê ne tenê ya rojên dawî ye, demeke dirêj e dewam dike. Hevalê Serdem û hevrêyên wî li Xelîfanê bi destê PDK'ê şehîd ketin. PDK dijminê gelê Kurd e. Haya gelê Kurd ji xiyaneta PDK'ê heye. Xiyaneta wan eşkere bûye. Eger PDK nebûya dewleta Tirk nikarîbû gaveke bi tenê jî li Başûrê Kurdistanê biavêje."

GUH NEDAN BANGÊN ME

Yûsif Îbrahîm bi bîr xist ku wan li ber Deriyê Sînor ê Sêmalka kon vedan, 111 rojan ji PDK'ê xwestin ku cenazeyên Şehîd Serdem û hevrêyên wî radestî wan bike û got, "Guh nedan bang û daxwaza me. Em cenazeyên şehîdên xwe dixwazin. Em dixwazin zanibin bê şehîdên me xistine ku derê. 111 rojan em bêbersiv hatin hiştin. Me nekarî cenazeyên xwe werbigirin. Em zanin ku cenazeyên şehîdên me di destê PDK'ê de ne. Eger ji xwe re dibêje ku Kurd e, divê cenazeyên me teslîm bike."

EWLADÊN KURDAN TÊNE QETILKIRIN

Gulçîn Îbrahîm êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK'ê têne kirin şermezar kir û got, "Bi destê Kurdan ewladên Kurdan qetil dikin. Birayê min Serdem bi destê PDK'ê şehîd ket. Me cenazeyê birayê min xwestin, hîn jî em dixwazin. Me dixwest Serdemê xwe li şehîdgehê bi hevrêyên wî re ber bi rêwîtiya bêdawî oxir bikin. Li gel hewldanên me jî cenazeyê şehîdê me nedan. Dijminê herî mezin ê gelê Kurd PDK ye. Dide pêşiya dewleta Tirk û lehengên Kurdan şehîd dixe. Ya ku dilê me dişewitîne şehîdbûna Serdem nîne. Serdem bi rûmeta xwe ji bo azadiya gelê xwe şer kir, fedakarî kir. Lê belê ji ber ku bi destê yên ku ji xwe re dibêjin Kurd in şehîd hate xistin, ku vê yekê dilê me êşand."

SAL JÎ DERBAS BIBIN EM Ê CENAZEYÊ XWE WERBIGIRIN

Gulçîn Îbrahîm bang li PDK'ê kir ku bi cidiyet tevbigere û daxwaza cenazeyê Serdem kir: "111 rojan em têkoşiyan, têkoşîna me hîn jî dewam dike. Me çalakiya kon pêk anîn. Tevlîbûnên girseyî pêk hatin, bang hatin kirin, lê belê deng ji PDK'ê nehat. Hîn jî rewşa heyî înkar dikin. Bila PDK bi vê zanibe, sal jî derbas bibin em ê cenazeyê Serdem werbigirin."