Cenazeyê şehîd Tekîn Goyî ji aliyê hezaran kesî ve hat veşartin

Li Dêrikê bi hezaran kes cenazeyê fermandar Tekîn Goyî yê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû, veşartin.

Li Dêrikê ya kantona Cizîrê bi hezaran kes cenazeyê fermandar Tekîn Goyî (Îsmet Unver) veşartin. Cenazeyê şehîd ji  gel ve ji pêş Nexweşxaneya Şehîd Hogir a Dêrikê hat wergirtin û bi merasîmekî li Goristana Şehîd Xebat hat veşartin.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Mahsûm Hesen li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker banga xurtkirina têkoşînê kir û got wê li ser rêça şehîd Tekîn bimeşin.

Endama rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed bal kişand ser hezkirina şehîd Tekîn Goyî ji welat û gelê xwe re û girêdana wî ya xurt bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û fedakariya şehîdan re û wiha got: "Şehîd Tekîn civak û gelekî azad a li ser jiyana hevbeş û ewleh dixwest."

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr.Memo Xelîl got ku ew ê heta serkeftinê bibin şopdarê Şehîd Tekîn Goyî.

Di dawiyê de wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Cenazeyê şehîd Tekîn Goyî bi dirûşmeyên “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd” û “Şehîd namirin” hat veşartin.

Fermandar Tekîn Goyî ku li Ofîsa Tenduristiyê ya Qamişlo dixebitî, 19’ê Tebaxê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.