Dagirkeran 3 kes revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 3 kes revandin.

DAGIRKERAN MIROV REVANDIN

Çeteyên “polîsên leşkerî” 27’ê Tebaxê li taxa Eşrefiye ya bajarê Efrînê 3 şênî revandin.

Navên şêniyan wiha ne:

Ebdo Mihemed ku bi navê Ebû El Erec (35) tê naskirin ku bi xwe ji gundê Omera yê bajarê Şera ye. Xwediya dikana cil û bergan a li nêzî navendeke leşkerên Tirk a bi nave Sureya ku ji gundê Omera ye.

Ehmed Heyder ê bi navê Çîlo (50) tê naskirin ku bi xwe ji gundê Sêmalka yê bajarê Mabetayê ye. Li gorî çavkaniyan, çeteyan şênî ber bi cihekî nediyar ve revandine.

Li aliyê din çeteyên "Feyleq El Şam" 29’ê Tebaxê bi ser malê kalemêrê bi navê Celal Mihemed Şêxo (84) li gundê Meydan Ekbes ê bajarê Recoyê de girt û 3 hezar dolar û tevahî amûrên di malê de dizîn.