ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Însiyatîfa Erebî bertek nîşanî Komîteya Wezaretan a KE’yê da
Însiyatîfa Erebî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bertek nîşanî biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got, “Divê bilez bikevin nava tevgerê û dawî li tecrîdê bînin.” -
Dewleta Tirk gundên Minbicê topbaran kir
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî gundên bakurê rojhilatê Minbicê topbaran kirin. -
Serokê YNK'ê peyam da kongreya PYD'ê
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî ji bo 10. Kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) peyamek şand û işaret bi girîngiya karê hevpar kir. -
Hevserokên nû yên PYD’ê hatin hilbijartin
Di kongreya 10’emîn a PYD’ê de Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso wek hevserokên nû hatin hilbijartin. -
Li Idlibê teqîn: Kesek mir û 4 jî birîndar bûn
Li bakurê Idlibê teqînek pêk hat û di encamê de ji heman malbatê kesek mir û 4 jî birîndar bûn. -
Şagirt û hevrêyên Seyît Evran qala wî kirin
Rojnamevanê şoreşger Seyît Evran ê ku got, “Çîrok dewam dike û wê dewam bike” ji aliyê şagirtên xwe ve hate vegotin. -
Seyît Evran li ser gora xwe hate bîranîn
Kedkarê Çapemeniya Azad Seyît Evran di salvegera yekemîn a şehadeta xwe de li ser gora xwe hate bîranîn. -
Li Rojava şopa Seyît Evran
Ji roja ku Şoreşa Rojava pêk hatiye, Seyît Evran ji bo ku her kêlî, peyv, çarçove, çîrok û bîranîna vê şoreşê nîşan bide, di vê oxirê de canê xwe feda kir û bû bîranîna zindî ya her welatparêzekî Kurd ku nas kiriye. -
Şoreşgerê doza azadî û rastiyê: Seyît Evran
Ji çiyayên azad heta Bakur, ji Başûr heta Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, gav bi gav bi gelê xwe re li pey şopa heqîqetê bû. Rojnamevan û her wiha şagirtên Seyît Evran diyar kirin ku ew ê heta dawiyê xwedî li mîrateya wî derkevin. -
'Kiryarên dewleta Tirk li dijî Îslamê ne'
Şêx Mihemed El Xerzî û Amîra El Azo diyar kirin ku kiryarên dewleta Tirk li dijî ola Îslamê ne û destnîşan kirin, ku girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî sûcê li dijî mirovahiyê ye. -
Stêrk Gulo: Şehîd Seyît ewladê şoreşê bû
Rojnamevan Stêrk Gulo diyar kir ku şehîd Seyît Evran ji bo pêşxistina xebatên Ragihandina Azad ji nifşên nû re derfetek mezin ava kir got: “Bi rihê welatparêzî û yekîtiyê xwe xemilandibû û bibû Kurdistanî." -
Xelkê Helebê li dijî tecrîda Îmraliyê meşiyan
Pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Helebê bi meşekî girseyî hate protestokirin. -
Rojnamevan Seyît Evran li ser gora xwe hat bibîranîn
Li Qamişloyê bi boneya salvegera şehadeta rojnamevan Seyît Evran mûm hatin vêxistin û hat tekezkirin ku ew ê pênûsa şehîd Seyît li erdê nehêlin. -
MSD: Aştiya rast bi dawî anîna dagirkeriyê pêkan e
MSD’ê bi wesîleya 21’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî da û diyar kir ku aştiya rast bi dawî anîna dagirkeriya dewleta Tirk pêkan e. -
Hevserokên PYD’ê: Çareserî, azadkirina xakên dagirkirî ye
Hevserokên PYD’ê diyar kir ku bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd têkoşîn didome û got, ji bo çareseriya siyasî ya krîza Sûriyeyê divê xakên dagirkirî bên azadkirin. -
Kongreya PYD’ê li Hesekê destpê kir
Kongreya 10’an a PYD’ê li Hesekê destpê kir. -
Dewleta Tirk 4 kes revandin
Dewleta Tirk a dagirker li Efrinê 4 kes revandin. -
Leşkerekî Tirk a dagirker û 6 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê ragihand kleşkerekî artêşa Tirk a dagirker û 6 çete hatine kuştin. -
Xelkê Minbicê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiyan
Gelên li kantona Minbicê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
Dewleta Tirk li Efrînê 10 kesên din revand
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê herî kêm 10 kes revandin. -
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî tecrîda li Îmraliyê daketin qadan
Şêniyên Çilaxa, Girkê Legê, Dêrikê û Til Koçerê li dijî sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê daketin qadan. -
Gulistan Îbrahîm: Pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî’ di cîhanê de deng vedaye
Endama Însiyatîfa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ Gulistan Îbrahîm diyar kir ku pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ di cîhanê de deng vedaye û got: “Rêber Apo doza azadiyê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên bindest pêş xistiye.” -
Ji ber dagirkeriya Tirk 7.819 xwendekar li kampan perwerdeyê dibînin
Zarokên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar man ji cih û warê xwe bibin, xwendina xwe li kampan dewam dikin. Li gel êrîş û ambarggoyê 7 hezar û 819 xwendekar ji aliyê hezar û 191 mamosteyan ve têne perwerdekirin. -
Li dijî kiryarên li herêmên dagirkirî bang hate kirin
Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê bang li saziyên mafên mirovan kir û got: "Êdî çavên xwe li hemberî kiryarên dagirkeriyê yên ku li herêmên dagirkirî pêk tên, vekin." -
Dewleta Tirk ji bo 'fidyeyê' 3 kesên din li Efrînê revand
Hate ragihandin ku dewleta Tirk li Efrînê 3 kesên din revandiye.