ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Rêveberiya Xweser: Rizgarkirina xaka me, armanca me ya stratejîk e
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku rizgarkirina xaka dagirkirî armacna wan a stratejîk e û got, "Çavkanî hemû wê ji bo vê yekê bêne seferberkirin." -
Li herêma Firatê ji ber şînê liv û tevger sekinî
Li herêma Firatê dibistan, dikan û tevahî saziyên Rêveberiya Xweser ji ber şînê hatin girtin. -
'Dewleta Tirk dixwaze herêmê ji mirovan xalî bike'
Midûrê Karên Avê ya Kantona Qamişloyê Xurşîd Oso diyar kir ku dewleta Tirk bi bombekirina qadên elektrîk, av û petrolê gel bêçare hiştiye û zexta koçberiyê ferz kiriye. -
Gelên Rojava li refên berxwedanê ne
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk her tim li ser piyan e, li ber xwe didin û têdikoşin. -
QSD’ê bilançoya roja 4’an a êrîşên dagirkeriyê eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD'ê bîlançoya roja 4′an a êrêşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir. -
Cenazeyê Riyad Korkecî ê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, hate veşartin
Cenazeyê Riyad Korkecî ê bi êrîşa dewleta Tirk hat qetilkirin, bi beşdariya hezaran kesî bi merasîmekê li Helebê hat veşartin. -
Li Kobanê 29 şehîd hatin bibîranîn
Ji bo 29 endamên Hêzên Têkoşîna Li Dijî Hişbirê yên di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, find hatin vêxistin. -
Li Şehbayê komploya navneteweyî bi meşekê hat şermezarkirin
Li Şehbayê bi meşek girseyî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hat şermezarkirin. -
Li Kobanê û Minbicê meşên li dijî komplo û dagirkiyê
Bi hezara kesên ku li dijî komploya navneteweyî û êrîşên dagirkeriyê yên 9’ê Cotmehê meşiyan, soza domandina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rizgarkirina herêmên dagirkirî dan -
Li Eyn Îsayê 2 zarok bi obusan qetil kirin
Dewleta Tirk a dagirke li gundê Mestûrê yê navçeya Eyn Îsayê 2 zarok bi guleyên obusan qetil kirin. -
Bi hezaran kes li Qamişloyê Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin
Di 25’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de bi hezaran kes li Qamişloyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
Êrîşên dagirkeriyê û komplo hat protestokirin
Şêniyên kantona Hesekê komploya 9`ê Cotmehê û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin. Di çalakiyan de diyarkirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were wê berxwedana wan bidome. -
29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê şehîd bûn: 3 roj şîn hat ragihandin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 29 endamên Hêzên Têkoşîna bi Madeyên Hişbirê şehîd bûne û 3 rojan şîn ragihand. -
Li Helebê komploya 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin
Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salvegera 25’an de li Helebê bi tevlîbûna bi sedan kesî bi meşekê hate şermezarkirin. -
Şêniyên herêma Firatê bi meşeke girseyî li ber komploya navneteweyî rabûn
Bi hezaran şêniyên Herêma Firatê li dijî komploya Navneteweyî 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan. -
Dewleta Tirk li Mabetayê 3 kes bi êşkenceyê revand
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 3 kes bi êşkenceyê revandin. -
8 rêxistinên jinan nameyek ji Neteweyên Yekbûyî re şandin
Rêxistinên jinan li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyî Antonîo Gûterres û saziyên Neteweyên Yekbûyî re şandin. -
Dewleta Tirk êrîşî jinên ku li nava zeviyên pembû kir: 5 birîndar
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî rojhilatê Zirganê kir û di encamê de 5 jinên ku li nava zeviyên pembû dixebitîn, birîndar bûn. Her wiha gundên li Herêma Firatê jî bi dijwarî hatin bombebarankirin. -
'Em ê bi fikrên Rêber Apo bi ser bikevin'
Ji şêniyên Rojavayê Kurdistanê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtin Xalid Mixtar qala wî kir û destnîşan kir ku ew ê bi fikrên Abdullah Ocalan bi ser bikevin. -
Bombardûmana dewleta Tirk dewam dike
Dewleta Tirk a dagirker bi şev li nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirên ên li herêma Koçeratê xist. Her wiha bombe li 4 nuqteyên Şehba û Şêrawayê barand. -
'Azadiya Rêber Apo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e' -NÛ BÛ
Li herêma Şehbayê, jinên ku tevlî çalakiya li dijî komployê bûn bal kişandin ser girîngiya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û gotin, ji bo azadiya Abdullah Ocalan wê têkoşînê bilind bikin. -
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser qadên jiyanê dewam dikin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser qadên jiyanê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. -
QSD’ê bîlançoya çalakiyên 3 rojan eşkere kir
QSD′ê ragihand ku di çalakiyên bersivdayînê de yek jê efser, bi giştî 6 leşkerên Tirk ên dagirker û çeteyek hatine kuştin. Her wiha 7 leşkerên Tirk û 5 çete jî birîndar bûne. -
Li Hesekê ji bo şehîd Ednan Ebdî û Mecd Damin şîn hat danîn
Ji bo şehîd Ednan Ebdî û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mecd Damin li Hesekê şîn hat danîn. -
Li Şehbayê çalakiya konvedanê didome
Çalakiya konvedanê ya bi armanca şermezarkirina salvgera Kompeleya 9`ê Cotmehê li Şehbayê hatibû lidarxistin, di roja duyemîn de didome.