Rêveberiya Xweser: Berpirsiyarê teqîna li Qamişloyê dewleta Tirk e

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku berpirsiyarên teqîna ku roja Çarşemê li bajarê Qamişloyê pêk hatî, dewleta Tirk û çeteyên wê ne.

Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de got: ‘’Dewleta Tirk li pêşiya hemû cihanê, serkeftina gelê me ya li dijî teror û tundiyê hedef digire.’’

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de dayik û kurê wê yên di encama teqînê de jiyana xwe ji dest dayîn, bi bîr xist û ev yek anîn ziman: ‘’ Armanca teqîna ku bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê hatî kirin,  derxistina kaos û têkbirina îradeya gelê me ye.’’
 
Rêveberiya Xweser di berdewamiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û ev yek anîn ziman: ‘’Em li pêşiya hemû cîhanê careke din bi bîr dixin ku êrîşên dewleta Tirk ên sivîl û binesaziyên li herêmê hedef digirin,  hewla tolhilanîna serkeftina gelê me ya ya li dijî terorê bidestxistî ye. Dewleta Tirk ji bo ku têkoşîna gelê me ya li hemberî wê têk bibe, rê li ber çeteyên DAÎŞ’ê vedike.  Zêdebûna livdariya çeteyên DAÎŞ’ê ya li Sûrîye û herêmên din encameke vê yekê ye.’’

Her wiha Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û destnîşankir ku helwestnîşandana li hemberî polîtîkayên dewleta Tirk ên qirkirinê wezîfeya hemû saziyên hiqûqî, mirovî û ewlehiyê ye.

Rêveberiya Xweser li hemberî êrîşê nerazîbûnên xwe nîşan da û da zanîn ku êrîşên berdewam dikin, hewl û xebatên pêkanîna aramiya herêmê asteng dikin û herêmê ber bi şerekî mezin ve dibin û daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’ Em ê heya pêkanîna hêviyên gelê xwe têkoşîna xwe ya dîrokî bidomînin. Dijmin çi qasî  li hemberî me zilmê bike, israra me ya jiyan û têkoşînê wê ew qasî mezintir bibe.’’