BI DÎMEN

Hevserokê YRA’yê: Ew nikarin rojnamevanên Kurd rawestînin

Hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) Dilyar Cizîrî diyar kir ku wan tenê li Rojava 27 şehîd dane û destnîşan kir ku ti kes nikare rojnamevanên ku lîstikên qirêj ên dewleta Tirk deşîfre dikin, rawestîne.

Hevserokê YRA’yê Dilyar Cizîrî destnîşan kir ku zarokên gelê ku li ser mîrateya pêşengên Tevgera Azadiya Kurd, fikrê netewa demokratîk û felsefeya Rêberê Gelê Kurd mezin bûne, ji çapemeniya azad re jî pêşengiyê dikin û got: “Çiqasê êrîş û zext were kirin, ew ê nekarin xwe ji rastiya ku gelê Kurd rû bi rûyê qirkirinê ye, dûr bixînin.”

Hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) Dilyar Cizîrî têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî rojnamevanên Kurd ji ANF’ê re axivî. Hevserok Cizîrî diyar kir ku çapemeniya azad a Kurd siyaseta dewleta Tirk û hevkarên wê ya li herêmê deşîfre dikin û pêşî lê digirin û got: “Eger îro li Sûriyeyê polîtîka û siyaseta dewleta Tirk hatibe deşîfrekirin, li vir roleke mezin a çapemeniya azad jî heye. Li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê sîstema azad hate afirandin û dîsa hêza parastina wê li hemû cîhanê hate bihîstin, kedeke mezin a çapemeniya azad di vê yekê de heye. Dîsa yê ku cara ewilî têkîliya dewleta Tirk a bi DAÎŞ’ê re deşîfre kirî, çapemeniya azad bû. Lewma her tim çapemeniya azad bû hedefa van. Bê navber rû bi rûyê êrîşan ma.”

27 XEBATKARÊN ÇAPEMENIYÊ HATIN ŞEHÎDXISTIN

Hevserok Cizîrî bi bîr xist ku heta niha 27 hevalên wan ên xebatkarên çapemeniyê di nava vê têkoşînê de di êrîşên cuda cuda de hatine şehîdxistin û wiha got: “Li Rojava di 23’yê Tebaxa 2023’yan de wesayîta Jin TV bi balafirên bêmirov û biçek hate hedefgirtin. Piştî salekê dîsa di 23’yê Tebaxê de li Silêmaniyê wesayîta xebatkarên çapemeniyê hate hedefgirtin. Li vir dewleta Tirk bi eşkere vê peyamê dide. Tirsa wî ya herî mezin, ya ku rastiya wî, polîtîkayên wî yên şerê qirêj û lîstikên wî yên dagirkeriyê yên li herêmê deşîfre dike, Çapemeniya Azad e. Çapemeniya Azad weke astengiyeke mezin li pêşiya xwe dibîne û dixwaze tasfiye bike.”

SÎNORÊN KU DIJMIN AVA KIRÎ, NAS NEKIR

Dilyar Cizîrî diyar kir ku Gulistan Tara ya di êrîşa li Silêmaniyê de şehîd bûyî, li Rojava xebitiye û gelek xebatên girîng meşandiye û wiha pêde çû: “Rojnamevaneke li pey heqîqetê bû. Sînorên ku ji aliyê dijmin ve hatine avakirin, nas nekirin. Li her cihê ku têkoşîn lê heye, ked da. Li Rojava kedên mezin da, dîsa li Başûr xebatên xwe domand. Di encama hevkariya dewleta Tirk û PDK’ê de hate hedefgirtin.”

Dilyar Cizîrî ragihand ku li gorî hiqûq û peymanên navneteweyî êrîşa li dijî rojnamevan û xebatkarên tenduristiyê yên li qada şer, qedexe ye û got: “Mixabin dewleta Tirk li pêş çavê hemû cîhanê, cepxaneya leşkerî û çekên xwe li dijî xebatkarên çapemeniya azad bi kar tîne. Saziyên navneteweyî jî bêdeng dimînin. Di rastiyê de dikarin hesabê ji dewleta Tirk bipirsin, pêkanînên ekonomîk, leşkerî û dîplomatîk ferz bikin. Mixabin heta niha nêzîkatiyeke wan a wiha çênebûye. Me êrîşa li ser wesayîta Jin TV bi hemû belge û îfadeyên şahidan re pêşkêşî van saziyan kir, lê belê tiştek nederket. Ev sazî divê di çarçoveya wezîfe û berpirsyariyên xwe de, helwesta xwe bi zelalî danin holê.”

EV TÊKOŞÎN WÊ DEWAM BIKE

Hevserokê YRA’yê Dilyar Cizîrî destnîşan kir ku zarokên gelê ku li ser mîrateya pêşengên Tevgera Azadiya Kurd, fikrê netewa demokratîk û felsefeya Rêberê Gelê Kurd mezin bûne, ji çapemeniya azad re jî pêşengiyê dikin û got: “Çiqasê êrîş û zext were kirin, ew ê nekarin xwe ji rastiya ku gelê Kurd rû bi rûyê qirkirinê ye, dûr bixînin. Pêdiyiya vî gelî bi azadiyê heye. Li ser vê esasê têkoşînê dimeşîne. Ev têkoşîn wê li dijî dewleta Tirk û hemû dagirkerên din bi xwestekek mezin dewam bike.”