Xelkê Çilaxayê rê neda dewriyeya Tirk-Rûs
Xelkê Çilaxayê rê neda dewriyeya leşkerî ya hevpar ku hêzên Rûs û artêşa Tirk a dagirker dixwestin bi hev re bikin. Panzereke hêzên Rûs pê li Evîn Îsa kir û ew birîndar kir.
Xelkê Çilaxayê rê neda dewriyeya leşkerî ya hevpar ku hêzên Rûs û artêşa Tirk a dagirker dixwestin bi hev re bikin. Panzereke hêzên Rûs pê li Evîn Îsa kir û ew birîndar kir.
Hêzên Rûs û artêşa Tirk a dagirker xwestin li gundê Dêrna Axa yê bajarê Çilaxa yê Kantona Cizîrê dewriyeyeke hevpar pêk bînin. Xelkê herêmê li ber dewriyeyê sekinîn û rê neda. Hêzên Rûs jî bi fîşekan û bombeyên gazê êriş birin ser gel.
Panzereke hêzên Rûs pê li Evîn Îsa kir û ew birîndar kir. Evîn Îsa yekser rakirin nexweşxaneyê.
Li gel êrîşan jî xelkê Çilaxayê nehişt dewriya artêşa Tirk a dagirker pêk were.