BI DÎMEN

Xelkê kantona Firatê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşiya

Şêniyên kantona Firatê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Silêmaniye û Qamişloyê meşiyan.

Êrişa dewleta Tirk a dagirker a doh li Qamişloyê hate kirin ku di encamê de Xalîde Mihemed Şêxo û kurê wê Ednan Silêman şehîd bûn, her wiha êrişa li Silêmaniyeyê ya 23'ê Tebaxê ku di encamê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şehîd bûn, li Kobanê bi meşekê hate şermezarkirin.

Şêniyên kantona Firatê li Qada Jin a Azad a li Kobanê li hev civiyan û heta Qada Aştiyê meşiyan. Meş bi dirûşma "Bi îradeya jin a azad em ê dawî li polîtîkaya qirkirin û dagirkeriyê bînin" pêk hat û dirûşma "Kujer Erdogan" hate qîrîn.

Li dû meşê mîtîngek hate lidarxistin û ji bo bîranîna cangoriyan deqeyek rêz hate girtin. Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Zozan Bekir daxuyanî da û diyar kir ku wê bi feraseta 'Jin, Jiyan, Azadî' tola şehîdan hilînin.

Zozan Bekir anî ziman ku bi êrişan nikarin îradeya wan tine bikin û ew ê bi h3eza jinê dawî li mejiyê dagirker û qirker bînin.

Zozan Bekir got, "Em ê tola xwe ji dagirkeran hilînin. Bi van êrişan ku rojane li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne kirin, nikarin dawî li me bînin."