Hewldana êrişê ya dagirkeran a li Minbicê hate têkbirin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hewldaneke çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li ser bakurrojhilatê kantonê têk birin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanên meclisê hewldana çeteyên artêşa Tirk a dagirker a ketina gundên li bakurê rojhilatê kantonê, têk biriye.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Çeteyên dewleta Tirk a dagirker vê sibehê saet 03.00’an  hewl da bikevin gundên Cat û Ewn Dadat ên li bakurê rojhilatê kantona Minbicê. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva çeteyan da û hewldana wan têk bir. Di encamê de hejmarek çete hatin kuştin û yên din neçar man birevin."