ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
LI Helebê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê
Ji bo azadiya Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Helebê çalakiya konvedanê ya 3 rojan hat lidarxistin. -
Şervanê QSD'ê Lewend Til Hemîs bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Lewend Til Hemîs (Faris Hamid Sefuk) ku dawiya hefteyê şehîd bû, bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
Serdana şîna şehîdên Dêrikê hate kirin
Serdana şîna şehîd Şiblî Şiblî û Ciwan Mûrad ku li Dêrikê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, hate kirin. -
Sara Xelîl: Rêya me rêya serketinê ye
Sara Xelîl ku yek ji şahidên şerê Kobanê ye, diyar kir ku şerê Kobanê heta roja îro jî didome û got: "Vaye tevahî netewe di yek sazî û çeperê de ji bo azadiyê têdikoşin. Ev yek jî bû tirsa dewleta Tirk. Rêya me, rêya serketinê ye." -
Sorxwîn Mako: Li Kobanê berê her kesî li azadiyê bû
Ji beşdarên berxwedana Kobanê Sorxwîn Mako diyar kir ku Roja Kobanê ya Cîhanî bi berxwedana YPJ-YPG'ê hate ragihandin û got, "Ruhê neteweyî yê li Kobanê mohra xwe li dîrokê xist. Cîhanê li Kobanê lehengî dît." -
QSD’ê nasnameya 3 şervanên xwe yên şehîd bûne eşkere kir
QSD'ê nasnameya 3 şervanên xwe yên li Dêrazorê şehîd bibûn, eşkere kir. -
Li Minbicê dewleta Tirk a dagirker hate şermezarkirin
Şêniyên bajarokê Ebû Qelqel ê Minbicê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, meşiyan. -
Li Qamişloyê cenazeyên 2 şehîdan bi merasîmekê hatin veşartin
Şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Dilbirîn Amed (Hamdûllah Toprak) û şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Demhat Qamişlo (Samîr Îbrahîm) bi merasîmekê hatin veşartin. -
'Çar parçeyên Kurdistanê li Kobanê bû yek parçe'
Yek ji şahidên berxwedana şerê Kobanê Edlê Bekir got, "Li bajarekî biçûk me ji bo man û nemanê li ber xwe dan û em bi ser ketin." -
QSD’ê li Dêrazorê bersiv da êrîşan: 19 çete hatin kuştin
QSD’ê bersiv da êrîşa çeteyên hikûmeta Şamê ya li dijî Dêrazorê, 19 çete hatin kuştin û 20 çete jî birîndar bûn. Di çalakiyê de 3 şervanên QSD’ê şehîd bûn. -
Cenazeyê Fermandarê QSD’ê Şiblî bi tevlêbûna hezaran kesî hat veşartin
Cenazeyê Fermandarê QSD’ê Şiblî Şiblî yê 27′ê Cotmehê di encama bombebaran dewleta Tirk a dagirker li dijî mala wî ya li Dêrikê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik bi tevlêbûna hezaran kesî hat veşartin. -
Dewleta Tirk bombe li hêzên Şamê barand
Dewleta Tirk a dagirker li gundekî navçeya Şêrawa ya Efrînê, bi balafireke bêmirov bombe hêzên Şamê barand. -
Xelkê Firat sersaxî da malbata Şehîd Awaz Çiya
Ji bo sersaxiyê bide malbata şehîd Awaz Çiya (Dijwar Îsa) bi dehan ji malbatên şehîdan û xelkê Firatê berê xwe dan konê sersaxiyê yê li gundê Bîrî Remê yê li rojavayê Kobanê. -
‘Li Efrînê beriya çinîna zeytûnan, dizî û talana xwezayê zêde bûye’
Hiqûqnas û endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo, diyar kir ku beriya destpêkirina çinîna zeytûnan, li Efrînê dizîna zeytûnan û talana xwezayê di asta herî jor de ye. -
QSD′ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
QSD′ê nasnameya şervanekî xwe yê şehîd ku demeke berê di qezayeke leşkerî de li Kobanê birîndar bûbû, eşkere kir. -
YPG'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
YPG’ê ragihand ku şervanê wan Dilbirîn Amed (Hamdullah Toprak) di 25’ê Cotmehê de di encama qezayekê de şehîd bûye. -
Li Kobanê cenazeyê şehîd Awaz Çiya bi merasîmek girseyî hat veşartin
Cenazeyê şehîd Awaz Çiya (Dijwar Îsa) ku di encama qezayekê de şehîd bû, li goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê hat veşartin. -
Li Reqayê çeteyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Yekîneyên Antî Teror yên girêdayî QSD’ê li Reqayê çeteyekî DAÎŞ’ê girt. -
Ji Fermandarên QSD’ê Ferhad Dêrik şehîd bû
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku fermandar Ferhad Dêrik (Şiblî Şiblî) di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye. -
Li Reqayê li dijî şebekeyên hişbirê operasyon hat kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di operasyonên li gundewarên Reqayê de 42 bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbirê hatine girtin, miqdareke çek, cebilxane û madeyên hişbirê yên bi wan re jî hatine desteserkirin. -
Dagirkeran şîrketa çandiniyê ya li Dêrikê bombe kir
Dewleta Tirk dagirker êrîşî şîrketa çandiniyê “Nemaa” ya li bejahiya Dêrikê kir. Hat diyarkirin ku şehîd û birîndar hene. -
Dewleta Tirk bombe li Dêrikê barand: Zarokek û jinek birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişloyê bombaran kir. Zarokek û jinek birîndar bûn. -
Li Dêrazor û Şehbayê cenazeyê 4 şehîdan hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Şahîn Şehba yê li Helebê şehîd bibû, li navçeya Ehresê ya Kantona Şehbayê, cenazeyê Mihemed Fûad El Firatî, Mihemed Elî El Mihemed û Mihemed Îbrahîm El Mehel li Dêrazorê bi merasîmêkê hatin veşartin. -
HRW’ê dewleta Tirk hişyar kir: Divê tavilê dev ji van kirinên xwe berde
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek zirar daye binesaziya sivîlan û bûye sedem ku bi milyonan mirov bê av û ceyran bimînin. -
Şervanê YPG’ê Şahîn Şehba şehîd bû
YPG’ê nasnameya şervanê xwe Şahîn Şehba ku di 23’ê Cotmehê de li Helebê şehîd bûbû, eşkere kir.