Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk hatin protestokirin

Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li Tebqa, Reqa û Eyn Îsayê hat protestokirin.

28’ê vê Tebaxê li bajarê Qamişloyê mayinek ku di erebeyekê de hatibû bicihkirin, teqiya. Di encamê de dayika Xalîde Mihemed Şerîf û kurê wê Hejar Silêman şehîd bûn. Di 29’ê Tebaxê de jî balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker bajarê Amûdê bombebaran kiribû, di encama bombebaranê de welatiyê bi navê Hanî Xelef El Xelef şehîd bû û 2 welatiyên din birîndar bûn.

REQA

Bi armanca şermezarkirina êrîşan, Meclisa Jinan a rêxistina PYD’ê ya kantona Reqayê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna endamên meclisên jinan ên Partiya Avakirin û Pêşxistin, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyeyê, Partiya Demokrat a Kurd –Sûriyeyê, Partiya Kesk a Demokratîk, Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Meclisa Idlib El Xedra li ber avahiya PYD’ê ya li bajarê Reqayê hat xwendin.

Berdevaka Meclisa Jinan a PYD’ê Fatima Xelîl daxuyanî xwend.

Fatimayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin û got: "Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve hewl dide xeyalên xwe yên mêtingeriyê pêk bîne. Li ser vê yekê di serî de gelê Kurd tevahî gelê Sûriyeyê bi balafirên bê mirov dike armanc da ku îradeya wan û têkoşîna wan ji bo demokrasiyê têk bibe."

Fatima got dê têkoşîna çareseriya siyasî ya aştiyane ya demokratîk bidomînin. Bang li Konseya Ewlehiyê ya NY’yê jî kir ku hemberî dewleta Tirk a dagirker biryarên giran bidin.

TEBQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Tebqayê jî bi heman armancê daxuyanî da. Daxuyanî li Qada Şehîdan a bajarê Tebqayê bi amadebûna malbatên şehîdan, Dayikên Aştiyê û endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya hat dayîn.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Hind El Xelîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin: "Dewleta Tirk a faşîst bi mentiqê qirkirinê şerê gelê me dike, hewl dide îradeya û têkoşîna wê ya li dijî terorê û têkoşîna avakirina civakeke ewle têk bibe."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelê herêmê ku ji bo parastina welat û destkeftiyên wê canê xwe feda kirine û hate gotin dê şopdarên rêya şehîdan bin.

EYN ÎSA

Şêniyên bajarê Eyn Îsayê û koçberên ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî li dijî êrişên dagirkeriyê meşek li dar xist. Şênî ji Çerxerêya Polîsên Leşkerî ber bi Çerxerêya Şehîd Cûdî ve meşiyan. Di meşê de pankartên "Bi îradeya jina azad em dawî li siyasetên qirkirin û dagirkeriyê bînin" hatin vekirin û wêneyên şehîd Xalîde Şerîf, rojnamevanên şehîd Hêro Behadîn û Gulistan Tara hatin hildan.

Beşdaran dirûşmên "Bi can bi xwîn em bi te re ne şehîd" û "Bijî QSD" berz kirin. Meşvan li Çerxerêya Şehîd Cûdî sekinin. Li vir rêvebera Kongra Star Ruqeya Mihemed axivî. Rûqeya êrîşên dewleta Tirk ên li dijî jinên têkoşer şermezar kir û soza şopandina xeta şehîdan da.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Bi can bi xwîn em bi te re şehîd" bi dawî bû.