Serdanên ji bo şîna şehîdên Qamişlo didomin

Li Qamişloyê serdanên ji bo şîna ku ji bo Xalîde Îsa û Hejar Silêman ên di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûn, didomin.

ŞÎNA JI BO ŞEHÎDÊN QAMIŞLO

Di 28’ê Tebaxê de, li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo, di encama teqîna seyarê de, dayika Xalîde Îsa û kurê wê Hejar Silêman şehîd bibûn. Duh bi merasîmeke girseyî li Şehîdgeha Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo, her du şehîd hatin definkirin.

Endam û rêbeberên Meclisa Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Xweser, Kongra Star, PYD û saziyên civaka sivîl, Hêzên Ewlekariyê û bi sedan şêniyên Qamişlo ji malbata ûehîd Xalîde Îsa û Kurê wê Hejar Silêman re sersaxî xwest.Konê sersaxiyê li taxa Enteriyê, li pêşiya Mesakinê Mihetê ya bajarê Qamişlo hat vedan.

Bi sedan şêniyên Qamişlo ji bo sersaxî bidin malbata Şehîd Xalîde Îsa û Kurê wê Hejar Silêman, berê xwe dan konê sersaxiyê.

Di merasîma sersaxiyê de piştî deqeyek rêzgirtin, endamê Meclisa Malbata Şehîdan a bajarê Qamişlo Mihyedîn Hesen Mihemed axivî.

Mihyedîn Hesen di axaftina xwe de sersaxî ji malbata şehîd Xalîde Îsa û kurê wê Hejar Silêman re xwest û diyar kir ku êrîş û planên dijmin naçin serî û destnîşan kir ku gel li dijî vê yekê tu carî gav bi paş de na avêje.

Mihyedîn Hesen bal kişand ser xeta xiyanetê û got: "Em kesên ku ji bo du quruşan xiyanetê li welatê xwe dikin, lanet dikin.”

Mihyedîn di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku şehîd nirxên herî pîroz in û soza bilindkirina têkoşînê da.

Rêvebera Kongra Star a bajarê Qamişlo Hindirîn Xelîl bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û destnîşan kir ku dijmin ewqasî gihîştiye asta kirêtiyê ku dê û kurê wê bi hev re şehîd bixe.

Hindirîn Xelîl di axaftina xwe de qala kesayeta şehîd Xalîde Îsa kir û da zanîn ku bi dilnizmî û fedakariyeke mezin heya dawiya jiyana xwe, xebatên şoreşê meşand.

Di dawiya axaftina xwe de Hindirîn Xelîl, bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û got: “Em li hember hemû êrîşan amade ne. Em ê bi felsefeya  Jin Jiyan Azadî têkoşîna xwe bidomînin.”

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Hemrîn Elî jî behsa malbata şehîd Xalîde kir û da zanîn ku malbata şehîd Xalîde weke sembola welatparêziyê ye ji dest pê kê ve deriyê xwe ji şoreşê re vekirine.

Hemrîn Elî anî ziman ku êrîşên dijmin ti carî wê wan lewaz neke, berovajî wê wan hîn xurtir bike û diyar kir ku wê qehremaniya gel hemû êrîşan vala derbixe.

Di merasîmê de, Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo, wesîqeyên şahadetê yên her du şehîdan xwendin û radestî malbata Şehîd Xalîde û şehîd Hejar kir.

Di merasîmê de gelek caran wêneyên şehîd Xalîde Îsa û şehîd Hejar Silêman hatin hildan û dirûşmeyên “Şehîd Namirin” hatin berzkirin.