BI DÎMEN

Rojnamevan Yildiz: Em şopdarê heqîqeta Gulistan Tara ne

Rojnamevan Zinar Yildiz diyar kir ku êrişa li dijî Gulistan Tara êrişa ji bo tarîkirina rastiyê bû û got, "Em li ser şopa rastiyê ne, hewl didin rastiyê eşkere bikin û bigihînin gel."

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyeyê di 23'ê Tebaxê de ji hewayê êriş bir ser wesayitekê ku rojnamevan tê de bûn. Di encamê de rojnamevanên jin ên Kurd Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şehîd bûn, 6 rojnamevan jî birîndar bûn. Rojnamevan Zinar Yildiz li ser têkoşîna Gulistan Tara û êrişên li dijî çapemeniya azad axivî.

Zinar Yildiz anî ziman ku wî di sala 2003'an de rojnamevan Gulistan Tara nas kir û got, "Sala 2003'an yek ji salên giran ên têkoşînê bû. Li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê operasyoneke nû hatibû destpêkirin. Pêvajoya tasfiyekirina têkoşîna azadiyê dihate meşandin. Demeke welê bû ku kûrbûnên navxweyî hebû. Wê demê dilsoziya hevala Gulistan a li têkoşîna azadiyê bala min kişandibû. Li gel hemû hewldanên tasfiyekar û nîqaşan jî xwedî sekneke welê bû ku tawîz ji pîvanan nedida û ew diparast. Di demên zehmet de dilsoziya bi Rêbertî û azadiyê helwesteke xurt jî bi xwe re dianî. Ev helwest tenê bi xwe re nedihişt. Mînakeke têkoşînê bû ku ev helwest li derdora xwe jî belav dikir.

'KEDKAREKE HÊJA BÛ'

Di hevdîtina dawî de jî qala êrişên li ser qadê kiribû. Li ser wê yekê nîqaş dimeşand ku li hemberî êrişan çi dikare hîn bêhtir bê kirin. Bi taybetî li ser wê yekê kûr dibû ku li Başûrê Kurdistanê çawa dikare rastiyan bigihîne gel. Lewma hevala Gulistan şopdara rastiyê bû, hewl dida rastiyê bigihîne gel. Kedkareke hêja ya Çapemeniya Azad bû."

'XWEDÎ KESAYETEKE GELPARÊZ BÛ'

Zinar Yildiz anî ziman ku têkiliyên Gulistan ên bi gel re gelekî xurt bûn û got, "Diyalogeke xurt bi civakê re datanî. Êşa gel parve dikir, hewl dida gel fêhm bike. Gelekî bala wê li ser civakê bû. Lewma taybetmendiyên wê yên gelparêz li pêş bû. Dilgerm bû û hevaleke dihate hezkirin bû."

BI ÊRIŞA LI SER ÇAPEMENIYA AZAD DIXWAZIN RASTIYÊ TARÎ BIKIN

Zinar Yildiz ragihand ku di şexsê Gulistan Tara de careke din êriş li çapemeniya azad hate kirin û got, "Êrişa li dijî hevalên Gulistan û Hêro ku di temenê ciwantiyê de dan pey têkoşîna nîşandana rastiyê, xwedî gelek wateyên kûr in. Girtina Silêman Ehmed, serdegirtina Medya Haber TV û Stêrk TV bi rengekî çete û ne qanûnî, êrişa li ser Çira TV û Çira FM'ê... Dewleta Tirk dema ku êrişî têkoşîna azadiyê dike, weke karê destpêkê êrişê dibe ser çapemeniya azad. Mînak îsal di demekê de ku dewleta Tirk çekên kîmyewî gelekî bi kar tîne û hewl dide windahiyên xwe yên li Başûrê Kurdistanê veşêre, êriş li ser Medya Haber TV û Stêrk TV hate kirin. Êrişa li dijî hevalên Gulistan û Hêro jî dewama êrişên li ser Çapemeniya Azad e. Yekane cudahiya vê êrişê ew e ku piştî lihevkirina ewlekariyê ya Tirkiye, hikumeta Iraqê û PDK'ê pêk hat. Ev êriş encamek ji vê lihevkirinê ye. Daxuyaniya destpêkê ya ku dewleta Tirk piştî êrişê da ew bû ku ragihand, êriş bi agahiya hikumeta Iraqê hatiye kirin. Bi qasî ku em ji dîmenên piştî êrişê fêhm dikin, PDK'ê îstîxbarat daye. Hin dîmen eşkere bûn. Ji wesayitekê dîmenê dema êrişa li ser wesayitê tê kişandin. Gelo bi îstîxbarata xwecihî li vê wesayitê hate xistin? Ev yek dibe sedema pirsan. Yekîneyên ewlekariyê yên Silêmaniyeyê divê van mijaran eşkere bikin. Ji ber ku li holê sûcek heye. Ev êriş li qadeke leşkerî nehatiye kirin, li cihekî şer nehatiye kirin, ya ku êriş lê hatiye kirin hedefeke leşkerî nîne. Êrişa bi rêbaza sûîqestê ya li dijî xebatkarên çapemeniyê nîşan dide ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye birêxistinkirin, PDK'ê îstixbarat daye û hikumeta Iraqê jî erê kiriye.

'EM Ê BIBIN ŞOPDARÊN HEQÎQETÊ'

Weke Çapemeniya Azad wezîfeya me ya bingehîn ew e ku ji girseyên gel re bi taybetî ji gelê Başûrê Kurdistanê re vê rastiyê vebêjin. Êrişa li dijî hevalên Gulistan û Hêro ji bo nixumandina vê rastiyê bû. Lewma eger em dixwazin hevalên xwe Gulistan û Hêro bi bîr bînin û li ser şopa wan bimeşin divê em şopdarên heqîqetê bin. Weke kedkarên Çapemeniya Azad divê em barê hevala Gulistan hilgirin û bi cih bînin."