ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyên şehîd Rêzan Mistefa û Candar Oskîlo li Helebê hatin veşatin
Cenazeyên şehîd Rêzan Mistefa û Candar Oskîlo li Helebê bi merasîmekê hatin veşartin. Hevrêyên şehîdan di merasîmê de soza tohildanê dan. -
Bi girseyî çûn serdana konên sersaxiyê yên li Kantona Qamişloyê
Bi deh hezaran xelkê kantona Qamişloyê sersaxî da malbatên şehîdên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir ku di bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî Akademiya Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir de şehîd bibûn. -
Kampanyaya îmzeyan a li dijî êrîşên Rojava zêde dibe
Piştgiriya ji bo kampanya îmzeyan a li qada navneteweyî ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin, zêde dibe. -
Xelkê Hesekê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin
Xelkê Hesekê sersaxî ji malbatên şehîd Loran Ebdî, Skender Hiso û Salih Yusif re xwest. -
Bi girseyî serdan li konê sersaxiyê yê du şehîdan hat kirin
Bi sedan kes çûn serdana konê sersaxiyê yê Elî Osman û Orhan Miho ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de 9’ê Cotmehê bûn şehîd. -
Ji ber êrîşên Tirkiyeyê zarok li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji perwerdehiyê bêpar in
Di encama êrîşên dawîn ên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, perwerdehî li 48 dibistan sekinî û 8458 xwendekar ji perwerdehiyê bê par in. -
Li 3 navçeyan merasîmên veşartina şehîdan
Cenazeyên şehîd Ezîz Ebdo, Feyad El Hedmûl li Til Hemîs, cenazeyên şehîd Mihemed El Eswed, Yezen El Kiço, Ebdulezîz Osman û Mihemd Xalid li Til Koçerê û cenazeyên şehîd Mihemed El Wero û şehîd Ebdulwahid El Ehmed li Tirbespiyê hatin veşartin. -
Li Hesekê cenazeyên 6 şehîdan hatin veşartin
Li Hesekê cenazeyên 6 şehîdên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê hatin veşartin. -
Gelên Ereb, Kurd, Suryan û Ermen cenazeyên şehîdên xwe veşartin
Gelên Ereb, Kurd, Suryan û Ermen cenazeyên 6 şehîdên bombebarana dewleta Tirk a dagirker û şehîdekî YPG`ê bi peyamên tolhildanê veşartin. -
YPG: Rêheval Rêdûr Qamişlo bû mînaka sekna şoreşgerî
YPG’ê nasnameya Rêdûr Qamişlo ku di Operasyona ′Xutkirina Ewlehiyê′ de şehîd bûye eşkere kir. -
QSD’ê bersiv da êrîşên dewleta Tirk: 7 dagirker hatin kuştin
Di çalakiyên parastina rewa ya QSD’ê de 4 leşkerên dewleta Tirk a dagirker û 3 çete hatin kuştin. -
Şêniyên Kobanê cenazeyên 2 şehîdan veşartin
Şêniyên Kobanê cenazeyên şehîd Elî Mihemed Osman û Orhan Hisên Miho veşartin. -
Di êrîşên dewleta Tirk de, di hefteyekê de 47 kes şehîd bûn
Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, di navbera 4-11’ê Cotmehê de 47 kes şehîd bûn ku 2 ji wan zarok bûn û 59 kes jî birîndar bûn. -
Cenazeyên 10 şehîdan li Dêrikê hatin veşartin
Cenazeyên 10 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi merasîmeke ku bi hezaran kes tevlî bûn, li ber dirûşma "Tolhildan" li Dêrikê hatin veşartin. -
Şêniyên Efrîn û Til Rifat: Ji bilî berxwedanê ti rêyek din nemaye
Şêniyên Efrîn û Til Rifatê li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin, “Ne dorpêça hikûmeta Şamê û ne jî êrîşên dagirkeriyê ya artêşa Tirk nikare vîna me bişkîne. Em ê li dijî êrîşan heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe bidin.” -
Malbatên şehîdan: Em ê serî netewînin
Malbatên şehîdan diyar kirin ku li dijî polîtîkayên qirkirinê ew ê li ber xwe bidin, ew ê serî netewînin. -
Hunermend Mîrsaz: Rêbertî bal kişand ser jiyaneke hevpar
Hunermend Delîl Mîrsaz diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ya ku dihate ferzkirin têk bir û bi israra li ser ziman, çand û nasnameya her gelî bal kişand ser jiyaneke hevpar. -
QSD’ê bîlançoya êrîşên 9’ê Cotmehê eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD′ê bîlançoya êrîşên 9’ê Cotmehê yên dewleta Tirk a dagirker eşkere kir. -
Dewleta Tirk gundên Eyn Îsa û Girê Spî bombe dike
Dewleta Tirk a dagirker gundên Eyn Îsa û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe dike. -
QSD’ê li baregehên artêşa Tirk xistin: 4 leşker hatin kuştin
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku di çarçveya parastina rewa de li 5 baregehên artêşa Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî xistine û di encamê de 4 leşkerên Tirk hatine kuştin û 5 leşker jî birîndar bûne. -
Êrîşên dagirkeriyê li Kobanê hatin protestokirin
Xelkê Kobanê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin. -
Agahiyên derbarê nasnameyên 29 şehîdan
Nasnameyên 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê ku li Dêrikê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûn, hatin eşkerekirin. -
Li dijî êrîşên dagirkeriyê kampanya îmzeyan a navneteweyî destpê kir
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di asta navneteweyî de kampanyayeke îmzeyan hate destpêkirin. -
Yên li Kobanê hatin qetilkirin hemû karker bûn
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê de 5 kes şehîd bûn. Hat ragihandin ku 3 ji wan karkerên heman atolyeyê bûn û her duyên din karkerên avahîsaziyê bûn. -
Karmend û bazirganên Kobanê li dijî êrîşên dewleta Tirk meşiyan
Bi sedan karmend û bazirganên Kobanê dikanên xwe girtin û ji bo şînê û bibîranîna 29 şehîdan meşiyan.