Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî teqînê daxuyanî da

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku wesayîta ku li Qamişloyê teqiya ji ber mayîneke bû ku li hundirê wesayîtê de hatibû bicihkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî teqîna wesayîtekê û şehîdbûna 2 welatiyan li Qamişloyê daxuyaniyek da.

"Di 28ˊê Tebaxê de, saet 1ˊê danê nîvro, li Qamişloyê teqînek çêbû. Wesayîtek ji cureya Hyundai (Van) li hember Navenda Postê ya taxa Enteriyê teqiya. Di encamê de, jinek û kurê wê ve şehîd bûn.

Li gorî lêpirsînên destpêkê ku tîmên me yên pispor pêk anîne, sedema teqînê ew e ku mayînek li hundirê wesayîtê de hatibû çandin. Her wiha hêzên me dest bi lêpirsînên fireh ji bo aşkerakirina teqînê kirin.

Em bang li şêniyan dikin çi tevgerên bigûman hebin ku armancên derxistina tevliheviya ewlehî û bêîstîqrariyê ye agahiyê li ser vê reqemê bidin; 0995472978.

Parastina ewlehiyê berpirsiyariya me ya hevbeş û hevkariya we bi me re rêbaza geşkirina ewlehiyê li bajar û herêmên me ne."