Şêniyên Minbicê bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li herêmê dan

Şêniyên kantona Minbicê li hember êrîşên dewleta Tirk meşiyan û ev peyam dan, “Em dikarin bi têkoşîna hevpar li dijî van êrîşan rabin û têkoşîna azadiya gelê xwe bigihînin serkeftinê.”

Şêniyên Minbicê, endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partî, meclisên xwecih, rûspiyên kantonê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Nivîsgeha Birêxistinkirinê yên ji Şehba û Efrînê hatine û rêxistinên jinan li hember êrîşên dewleta Tirk meşiyan.

Duh mayinek bi erebeyekê de teqiya û di encamê de şêniya Xalîde Mihemed Şerîf (45) û kurê wê Hejar Ednan Silêman (24) şehîd bûn. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihandibû ku destê ajanên dewleta Tirk di vê teqînê de heye.

Meşê ji Çerxerêya Mîzan dest pê kir. Xwepêşandêran, wêneyên şehîdên teqînê, pankartên "Tirkê faşîst li ser ewlehiya cîhanê gef e, werin em li dijî vê terorê bisekinin" û "Gel yek e, êş yek e" hildan. Her wiha dirûşma "Hilweşe dewleta Tirk a dagirker û ajan" û "Na ji Tirkê faşîst re" berz kirin.

Li Çerxerêya El Sefîne meş rawestiya û veguherî mîtîngê. Di mitingê de hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantona Minbicê Hisên Begarî axivî û got êrîşên dewleta Tirk û ajanên wê bi ser nakevin û gelê herêmê dê her şopdarê rêya şehîdan be heta ku gelên bindest ji pergalên kapîtalîst û dîktator rizgar dibin.

Begarî soz da ku rêya azadiyê bidomînin heta ku serkeftinê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.

Hevseroka Rêxistinên Civaka Demokratîk a kantona Minbicê Raba Beko axivî û êrişên dewleta Tirk şermezar kir. Raba bang li jinan û jinên ciwan kir ku li hember êrîşan bibin yek û serkeftinê bi dest bixin.

Raba Beko jî teqezî bi avakirina civakeke demokratîk û bidestxistina aştiyê û edaleta civakî kir.