BI DÎMEN

Xwendekar bi coşeke mezin qeyda xwe li Zanîngeha Kobanê dikin

Li Kobanê xwendekar bi coşeke mezin, berê xwe didin zanîngehê û qeyda xwe dikin. Xwendekar gotin, “Xewnên me bûn rastî.”

Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê di 24`ê Tebaxê heta bi 31`ê Tebaxê şagirtên ku ji qonaxa amadehiyê derçûne, di zanîngehê de qeydên xwe ya sala 2024-2025`an dikin.

Zanîngeha Kobanê ku ji sala 2017`an de hat vekirin, di sala 2023-2024`an zêdetirî hezar û 250 xwendekar têde cih digrin û ji van xwendekaran 250 xwendekar derçûn. Îsal jî sala xwendinê ya 2024-2025`an de hejmareke mezin ji xwendekaran berê xwe didin zanîngehê û navê xwe ji bo sala nû ya perwerdehiyê qeyd dikin. Xwendekar û mamosteyan ji ANF`ê re diyar kir ku xwendin bi zimanê dayikê gelekî xweşe û ew xwenên xwe jî pêk tînin. 

Mamoste Gulçîn Hacî Mûrad, têkildarî sala nû ya xwendinê ya li Zanîngeha Kobanê ev tişt gotin, “Qeyda sala nû ya perwerdehiyê di 24`ê Tebaxê de destpê kir û wê heta 31`ê Tebaxê dewam bike. Di 2`ê Îlonê de jî wê ezmûnek ji xwendekarên zanistî re bê kirin û li ser vî esasî li gorî piwanên ku xwendekar digirin dê hilbijartin pêk were û derbasî zanîngehê bibin. Piştî wê jî ji 9`ê Îlonê heta 19`ê Îlonê xwendekarên ku dixwazin li fakülte û peymangehê qeyda xwe bikin, li gorî piwanên wan dên bicih kirin." 

Hacî Mûrad, anî ziman ku li zanîngeha Kobanê 4 beşên nû hatin e vekirin û wiha domand, "Li zanîngeha Kobanê 4 beşên nû hatin vekirin. Peymangeha Bilind a Ragihandinê, Mafnasî, Peymangeha Ingilîzî jî bû Fakulteya Ziman û Wêjeya Ingilîzî û Mamosteyên baxçeyên zarokan hatine vekirin." 

Xwendekarê beşa zanistî Newaf Ehmed Hesen ê ku ew jî hatiye navê xwe qeyd bike, diyar kir ku bi zimanê dayikê zanîngeh xwendin ji bo wan weke xewnekê bû û wiha got, “Xewna me bû rastî. Me navê xwe di zanîngeha Kobanê de qeyd kir, da ku em hêviyên bi salan di zanîngehê de bikin rastî. Beşa ku ez jî hêvî dikim di zanîngehê de bixwînim beşê Mîmarê yan jî Hemşerîtî be."