ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
HRE nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanê wan Dilşêr Kefer Nasih roja 24’ê Sibatê di êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûye. -
Cenazeyê şervanê HRE Nasih li Şehbayê hate veşartin
Cenazeyê şervanê HRE Dilşêr Kefer Nasih (Elî Kenco) li Şehbayê bi merasîmekê hate veşartin. -
Encamnameya kongreya PYD'ê hate eşkerekirin
Encamnameya 8'emîn Kongreya Asayî ya PYD'ê hate eşkerekirin. Di encamnameyê de hate gotin, "Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin herêm aram nabe." -
Artêşa Tirk a dagirker li Şêrawayê 3 sivîl qetil kir
Artêşa Tirk a dagirker gundê Aqîbê yê navçeya Şêrewa ya kantona Efrîna dagirkirî topbaran kir. Ji ber topbaranê 3 kesên ji malbatekê şehîd bûn û 3 sivîl jî birîndar bûn. -
Hevserokên nû yên PYD’ê: Enwer Muslim û Eyşe Hiso
Di 8’emîn Kongreya Asayî ya PYD’ê de piştî erêkirina rêznameya partî û bernameya siyasî ya partiyê ji bo hevserokatiyê Enwer Muslim û Eyşe Hiso hatin hilbijartin. -
Rêzikname û bernameya siyasî ya PYD’ê hate erêkirin
Di 8’emîn Kongreya Asayî ya PYD’ê de ku ev du roj in didome rêziknameya partî û bernameya siyasî ya partiyê hate erêkirin. -
Dagirker li gundên Şehba û Şêrawayê didin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundên Şehba û Şêrawayê didin. -
Şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê li dagirkeran dan
Şervanên HRE'yê li dehma gundê Birc Heyderê ya navçeya Şêrawa çalakiyeke sabotajê li aratêş Tirk kir. Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 4 leşker birîndar bûn. -
8'emîn kongreya PYD'ê di roja duyemîn de ye
8'emîn Kongreya Asayî ya PYD'ê li bajarê Rimêlanê dewam dike. -
Du xwuşk û du hevrê
Du xwuşk û du hevrê Azadî Tolhildan û Pelşîn yên di nava refên YPJ’ê de cih digirtin, bal kişand ser têkoşîna şervanên YPJ’ê û bihevrebûna wan a di nava heman eniyan de. Şervanên YPJ’ê gotin: “Me xwe bi raman û felsefeya Rêber Apo nas kir. -
Rejîm berê xwe da M4, Rûsyayê dîsan li leşkerên Tirk xist
Rejîma Sûriyeyê berê xwe da rêya M4 û gelek herêm kontrol kir. Hate ragihandin ku Rûsyayê jî li nuqteyên çavdêriyê yê Tirk xist. Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Lavrov jî got; “Em ê bi mîsogerî destûr nedin tu hewldanekî ku dixwazin terorîstan mafdar bikin.” -
Di bombebarana li dijî Şêrawa de jinek şehîd bû
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şêrawa bombe kir. Di êrîşê de Emîna Mansûr Omer şehîd bû û kesek jî birîndar bû. -
‘Ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê PYD partiya pêşeng e’
Saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên tevlî kongreya asayî ya 8’an a PYD’ê ya partiya pêşeng a Şoreşa Rojava bûye, ragihandin ku partiya yekan e ya çareseriya krîzên Sûriye û pêşengtiyê ji yekîtiya netewî re bike PYD ye. -
PYD: Wê berxwedan pergala demokratîk bîne Sûriyeyê
Hevserokên PYD’ê Şahoz Hesen û Ayşe Hiso: “Heke berxwedan bidome, wê li Sûriyeyê pergala demokratîk ava bibe. Heta doza Kurdan çareser nebe, kêşeyên li Sûriyeyê çareser nabin.” -
Li Idlibê şerê navbera rejîma Sûriyeyê û komên çete didome
Ji doh ve li Başûrê Idlibê di navbera hêzên rêjîma Sûrî û komên çete ên girêdayî dewleta Tirk şer giran e. Balafirên Rûsyayê jî bi dijwarî deverê bombardiman dikin. -
Kongreya Asayî ya 8’emîn a PYD’ê dest pê kir
Kongreya PYD’ê ya ku partiya lokomotîf a Şoreşa Rojava ye, bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir. -
Dîmenê ku tê îdîakirin ê leşkerên Tirk e
Hin dîmen hatin weşandin ku tê gotin ên leşkerên Tirk in, ku li herêma Idlibê di dema êrişa dijî rejîma Sûriyeyê de hatin kuştin. -
Êrîşî gundên Girê Spî tê kirin
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî gelek gundên Girê Spî dike. -
Rêya M5 piştî 7 salan yekemcar li sivîlan hate vekirin
Rêya M5 a navbera Heleb û Şamê piştî 7 salan yekemcar ji çûn û hatina wesayitên sivîl hate vekirin. -
Partiya pêşeng a şoreşa Rojava PYD xwe ji bo kongreyê amade dike
PYD ku partiya pêşeng a Şoreşa Rojava ye, wê bi şiyara "Bi yekîtiya demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin, rêveberiya xweser bi pêş bixin û Sûriyeya demokratîk ava bikin" sibe kongreya xwe ya 8'emîn li dar dixe. -
Jinên li Şehbayê komplo şermezar kirin
Endamên Yekîtiya Jinên Şehbayê li ber komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabûn û komplo şermezar kirin. -
Dagirkeran bombe li gundê Mebûceyê barandin: 2 sivîl birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan doh bi şev bombe li gundê Mebûce yê Girê Spî barandin. Ji ber bombardûmanê 2 sivîl birîndar bûn. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Ebdulbaqî Revê hate veşartin
Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanê QSD’ê Ebdulbaqî Revê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê veşartin. -
Di êrîşa li dijî Eyn Îsayê de 4 sivîl birîndar bûn
Artêşa Tirk a dagirker dîsan bombe li herêma Eyn Îsayê barand. Di êrîşa li gundê Fatsa de 4 sivîl birîndar bûn. -
PYD: Hevdîtina ENKS’ê xizmetkirina ji bo dagirkeran e
PYD anî ziman ku hevdîtina rayedarên ENKS’ê ya li gel Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlut Çawîşoglû re tenê dikev di bin xizmeta siyaseta hêzên dagirker de.