8'emîn kongreya PYD'ê di roja duyemîn de ye

8'emîn Kongreya Asayî ya PYD'ê li bajarê Rimêlanê dewam dike.

8'emîn Kongreya Asayî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Rimêlanê di roja duyemîn de ye.

Kongre bi dirûşma "Em ê bi yekîtiya demokratîk dagirkeriyê têk bibin, rêveberiya xweser xurt bikin û Sûriyeya demokratîk ava bikin" pêk tê û 600 delegeyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî bûne. 

Di roja destpêkê de piştî axaftinan raporên kar ên Meclîsa Giştî ya PYD'ê, Meclîsa Jinan a PYD'ê û rêxistinên wê hatin xwendin.

Di rojeva îro ya kongreyê de nîqaşên li ser bernameya partiyê, rêziknameyê û meclîsa partiyê hene.

Piştî nîqaşan wê hevserokên nû û endamên meclîsa partiyê bên hilbijartin.

Kongre li çapemeniyê girtî dewam dike.