Du xwuşk û du hevrê

Du xwuşk û du hevrê Azadî Tolhildan û Pelşîn yên di nava refên YPJ’ê de cih digirtin, bal kişand ser têkoşîna şervanên YPJ’ê û bihevrebûna wan a di nava heman eniyan de. Şervanên YPJ’ê gotin: “Me xwe bi raman û felsefeya Rêber Apo nas kir.

Di şoreşa Rojava de, serpêhatiya gelek hevrê, bira û xwuşkan hatin jiyîn. Di tekoşîna gelê berxwedêr de, bi sedan çîrok, destan û lehengiyên ku di her kêliyê de hewceyî bi vegotin û nivîsandinê hebûn hatin jiyîn û hîna jî tên jiyîn. Çîroka herdu hevrê, xwuşk û şervanên YPJ’ê Azadî û Pelşîn xwedî heman rastiya vê şoreşgeriyê ne.

‘TÊKOŞÎNA ŞERVANÊN MÊR Û JIN LI MIN XERÎB DIHAT’

Şervanên YPJ’ê, Azadî û Pelşîn di sala 2013’an de beşdarî yekîneyên parastina jin YPJ’ê dibin. Xwuşka bi navê Azadî Tolildan wiha behsa serpêhatiya tevlîbûna xwe dike; “ Ez di sala 2013’an de tevlî şoreşê bûm. Dema ez beşdar bûm hîna YPJ’ê nehatibû avakirin, tenê weke hêzên YPG’ê hebû. Wê demê hevalên jin jî cihê xwe di şoreşê de digritin. Lê belê hîna xwe bi navê YPJ’ê fermî îlan nekiribû. Beriya ez tevlî bibim, heval weke hêzên YPG’ê dihatin mala me. Wê demê birayê min û sê xalê min jî di nava refên YPG’ê de cihê xwe digirtin. Bi taybet dema birayê min carê dihat malê qala jiyana hevalan dikir û digot; ‘Em û hevalên jin bi hev re diçin eniyên şer û bi hev re li hember hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê şer dikin.’Destpêk tiştek pir xerîb ji me re dihat, di heman demê de meraqek bi me re dida çêkirin. Birayên min herdu di sala 2011’an de tevlî şoreşê bûbûn, lê belê ez û xwûşka xwe 2013’an beşdar bûn. Rûxmî hijmara hevalên jin kêm bû, lê belê bandora xwe pir li ser me da çêkirin. Ev bandor her ku çû li ser hemû civaka me da çêkirin. Demên destpêkê dest avêtina çekê ji bo me tenê mijara mereqê bû. Em pir bi zanebûn nêzî rastiya parastin û rakirina çekê nedibûn. Lê me bi demê re fam kir ku weke jin rakirina çekê, di bingehê xwe de rastiyeke kûr ya civakî, çandî, siyasî û hwd heye.

MALBAT BI HEV RE LI ENIYAN BÛN

Azadî Tolhildan, anî ziman di nav pêngavê de bi qasî 10 kesan ji heman malbatê bi hev re tevlî şer bûne û wiha behsa wan kêliyan kir; “ Em her tim li eniyê bûn, di eniyan de bîranînên xweş pêk dihatin. Demekê ez, sê xalên min, kurê xalê min, xwûşka min, du birayên min û keça xaltîka min em bi hev re di eniya şer da bûn. Ev hatina gel me ne pir bi zanebûn bû, lê em kêyfxweş bûn. Me hemûyan cihê xwe di tabûrê de digirt û em di heman eniyê de bûn. Bîranînên herî xweş me bi hev re derbas kir. Ew dem yek ji demên meyî di eniya şer yê herî xweş bûn. Nêzîkatiya me bi giştî ji mirovbûnê zêdetir, weke hevalên hev bi hev re bûn. Di sala 2013 û 2014’an bîranînên me di eniyê şer de jiyan kirin, di milê manewî de girêdana me bi şoreşê re xurttir kir.

‘ME XWE BI FIKIR Û FELSEFEYA RÊBER APO XWE BAS KIR’

Şervana YPJ’ê Azadî Tolhildan, armanca ku ew û xwûşka xwe di oxira wê de tekoşîn dikin anî ziman ew bi hêza fikir û felsefya rêber Apo hebûna xwe ava dikin û wiha got; “Tişta herî zêde min keyfxweş dike, em weke du rêheval û du xwuşk di tabûra xweser de cih digrin. Di heman demê de her yek ji me di branşekê de cihê xwe digre. Yek jî me şahidiya rojên ku çawa hêza jin, xwe ji tinebûnê da avakirin. Me bi saya fikra azad ya Rêber Apo, rastiya jina azad kiye nas kir. Em bi saya hevalên şehîd gihiştin wê astê ku em bibin xwedî tabûr û alayên xweser. Îro di rojavayê Kurdistanê de hêza jin xwe bi navê YPJ’ê bi rêxistin kiriye, ev rêxistin di roja îro de ji tevahî jinên cîhanê re bûye hêviya jîna azad. Em ji vê şêwazê rêxistina xwe re dibêjin şoreşa jin di nava şoreşê de tê avakirin. Ew jî bi fikir û felsefeya Rêber APO çêbû. Ji bo em bibin layîqê fikir û felsefeya Rêber APO û ji hêviyên hevalên me yên şehîd re bibin bersiv em ê weke du xwûşk û du rêheval tekoşîna xwe heya dawî bimeşînin.”

‘JI BO BIGIHÊJIN HEQÎQETÊ TÊKOŞIYAN’

Xwuşka bi navê Pelşîn, axivî û wiha got; “Ez ji ber bi xwuşka xwe re di bin banekê de di rêya jiyana azad de tekoşîn dikim, ez pir kêyfxweş im. Dema ez xwuşka xwe li kêleka xwe û di heman tabûrê de dibînim ev ji bo min dibe çavkaniya hêz û moraleke mezin. Di jiyana me de avakirina hevaltiyeke rast wateya xwe pir mezine. Em jî ji bo xwe bighînin vê heqîqetê têdikoşin. Yek jî em bi heman erkê radibin û em jî mîna hevalên xwe ji bo welatê xwe şer dikin.”