Dagirkeran bombe li gundê Mebûceyê barandin: 2 sivîl birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan doh bi şev bombe li gundê Mebûce yê Girê Spî barandin. Ji ber bombardûmanê 2 sivîl birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete doh bi şev bombe li gundê Mebûce yê Girê Spî barandin.

Ji ber bombardûmanê 2 kes birîndar bûn ku yek jê zarokê 16 salî Meram Xelîl e.