Rêzikname û bernameya siyasî ya PYD’ê hate erêkirin

Di 8’emîn Kongreya Asayî ya PYD’ê de ku ev du roj in didome rêziknameya partî û bernameya siyasî ya partiyê hate erêkirin.

Kongreya asayî ya 8’an a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku li Rimêlanê tê lidarxistin di roja duyemîn de didome.

Di kongreya ku ji çapemeniyê re girtî didome de bernameya siyasî ya partiyê hate gotûbêjkirin û bi dengdanê hate qebûl kirin.

Piştî erêkirina bernameya siyasî guhertina rêziknameya partiyê hate nîqaşkirin.

Di encama nîqaşan de dengdan hate kirin û rêziknameya partiyê jî hate erê kirin.

Hejmara endamên Meclîsa Partiyê ji 49’an bû 90 û hejmara endamên Komîteya Rêveber a PYD’ê jî ji 13’an bû 20.