Şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê li dagirkeran dan

Şervanên HRE'yê li dehma gundê Birc Heyderê ya navçeya Şêrawa çalakiyeke sabotajê li aratêş Tirk kir. Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 4 leşker birîndar bûn.

Daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) wiha ye:
''Li dehma gundê Birc Heyderê yê navçeya Şêrawa hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê kirine. Di çalakiyê de 2 leşker hatine kuştine, 4 leşker jî birîndar bûne.

Ji ber bombebarana artêşa Tirk a li ser herêmê eynî rojê welatetiyekî me yê sivîl şehîd bûye, 2 welatiyên me yên sivîl jî birîndar bûne. Her wiha li ser herêmê tevgera balafirên şer û keşfê çêbûye.''