Artêşa Tirk a dagirker li Şêrawayê 3 sivîl qetil kir

Artêşa Tirk a dagirker gundê Aqîbê yê navçeya Şêrewa ya kantona Efrîna dagirkirî topbaran kir. Ji ber topbaranê 3 kesên ji malbatekê şehîd bûn û 3 sivîl jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker doh bi şev bombardûmaneke giran li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê kirin.

Ji ber topbaranê Hesen Izet Mihemed (55), Fatime Elî (46) û zaroka bi navê Sîroced Hesen Mihemed (12) ên ji heman malbatê şehîd bûn.

Di topbaranê de Mufîda Remzî Hesen (48), Îsmet Hemo (40), zarokê bi navê Cemîl Hemû (8) ku ji malbatekê ne û xelkên gundê Korzelê yê navçeya Şêrewayê ne, birîndar bûn.

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafîn a kantona Şehbayê.

Têkildarî bûyerê hemşîreya Nexweşxaneya Avrîn, Mizgîn Îbo amaje bi rewşa birîndaran kir û got: "Şevê din artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Aqîbê yê navçeya Şêrewa topbaran kir, 3 kes birîndar bûn. Jina birîndar lingê wê şikestiye, zilamê birîndar jî derbe di serê xwe de xwariyê û zarok jî birîna wî sivik e, niha jî rewşa birîndaran baş e."

Doh bi şev her du malbat di malekê de kom bûbûn û ji ber topbarana artêşa Tirk mal bi ser serê welatiyan de hilweşiya.

Lê ji ber topbaranê şehîd heta vê sibê di bin kavilan de man.

Piştî topbaran sekinî, şehîd ji bin kavilan derxistin.

Tê zanîn ku 2’yê Kanûna 2019`an artêşa Tirk a dagirker li Til Rifetê komkujî pêk anî û di encamê de 10 sivîl birîndar bûn, ji wan 8 zarok bûn.