HRE nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanê wan Dilşêr Kefer Nasih roja 24’ê Sibatê di êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûye.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanê wan Dilşêr Kefer Nasih roja 24’ê Sibatê di êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûye.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanekî xwe yê ku di êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûyî, eşkere kir.
HRE ev agahî parve kir: “Roja 24'ê Sibatê şervanê me Dilşêr Kefer Nasih, di encama êrîşeke artêşa dagirker û çeteyên wê de şehîd ket.
Hevrê Dilşêr, di nava malbatek Ereb de ji dayik dibe. Di têkoşîna li dijî êrîşên dagirkeriyê de cihê xwe girt, bû şervanekî rûmetê. Hevrê Dilşêr, ji têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Ereb û Kurd bawer kir, li dijî her cûre paşverûtiyê wek şervanekî bibiryar sekinî û tevlî karwana şehîdan bû.
Nasnama hevrêyê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Dilşêr Kefer Nasih
Nav û Paşnav: Elî Kenco
Navê Dayikê: Xalya
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrînê / 24’ê Sibata 2020’an
Em di şexsê hevrê Dilşêr de tevahî şehîdên leheng bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”