PYD: Wê berxwedan pergala demokratîk bîne Sûriyeyê

Hevserokên PYD’ê Şahoz Hesen û Ayşe Hiso: “Heke berxwedan bidome, wê li Sûriyeyê pergala demokratîk ava bibe. Heta doza Kurdan çareser nebe, kêşeyên li Sûriyeyê çareser nabin.”

Kongreya 8’emîn a PYD’ê li Eywana Aram Tîgran a li bajaroka Rimêlan a Qamişloyê didome. Hevserokên PYD’ê Şahoz Hesen û Ayşe Hiso daxuyaniyeke hevpar dan.

‘HEKE BERXWEDAN BIDOME LI SÛRIYEYÊ EM Ê KARIBIN PERGALA DEMOKRATÎK AVA BIKIN’

Hevserokan gotin ku “Salên tijî berxwedan û têkoşîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbas bûn, gelê herêmê berxwedaneke dîrok ji Efrîn heta Serêkaniyê û Girê Spî pêk anî û bi taybet di êrişên dawî de ku mîna komployeke navdewletî li dijî îradeya gelên herêmê bû. Gelên herêmê komplo têk bir û tevahî mirovahî li derdora wê kom bû."

Hevserokatiya PYD`ê destnîşan kir ku heger karibin bi rihê bexwedana Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî berdewam bikin, rêxistina xwe xurt bikin, dê karibin destkefiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî Sûriyeyê hatine bidestxistinê biparêzin û bingeha sîstema demokratîk ava bikin.

Hevserokatiyê di axaftina xwe de diyar kir ku PYD`ê bi têkoşîn û berxwendana di astên herî jor de gihîşt roja îro, gelek destkeftî bi dest xistin û diyar kir ku ew ê rêya berxwedanê dewam bikin, li derdora nirxên gel kom bibin.

BANGA AŞTIYANE

Hevserokên PYD`ê anî ziman ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve partiyê banga çareserkirina aloziyê bi awayekî aştiyane kir û wiha dewam kir: "Lê belê aliyên din nîjadperestî bi pêş xistin û rê li pêşiya destwerdanên derve vekirin. Di encamê de komên çete derketin holê û rewşa li Sûriyê gihîşt vê astê."

Hevserokatiya PYD`ê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bîrdoziya ku vîna gelên azad, hêviya pêşerojê û avakirina sîstemeke demokratîk li Sûriyê temsîl dike, modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Em baş dizanin ku ev tecrube rastî gelek êrişan hat, bi taybetî jî ji aliyên dewleta Tirk ve. Her wiha rejîma li pêşiya guhertinan girtî, hişt ku alozî kûrtir bibe. Hemû aliyan bi rêya çareseriyên leşkerî hewl didin bigihînin encamekê. Ji ber vê yekê çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê tenî bi tecrûbeya sîstema demokratîk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêkan e."

Hevserokên PYD`ê Şahoz Hesen û Eyşe Hiso îşaret bi hewldanên PYD`ê yên mayîndekirina tecrubeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û modela jiyana hevbeş ya di navbera pêkhateyên herêmê de kir û wiha got: "Em PYD li ser vê esasê têkoşiyan û me hewl da ku tecrubeya demokratîk mayînde bikin û di vê derbarê de em xwedî roleke çalak bûn."

YEKÎTIYA NETEWEYÎ

Der barê yekkirina refa kurdî de jî, hevserokatiya PYD`ê got: “PYD`ê her tim banga yekitiya nîştimanî kir û beşdarî hemû hewldanên di vê derbarê de yên li ser astê Kurdistanê û Rojava bû. Her wiha em bang li hemû aliyan dikin ku di vê mijarê de berpirsiyarên xwe pêk bînin.

DIYALOGA BI ŞAMÊ RE

Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di dawiya axaftina xwe de îşaret bi girîngiya diyaloga bi Şamê re ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û doza kurdî kir û wiha domand: "Me amadebûna xwe ji çareseriya siyasî re ragihand, lê belê helwesta hêzên heyî li Şamê çareseriyê asteng dike. Hewlestên ku dibêjin divê rewş vegerin wek beriya sala 2011`an, li pêşiya çareserkirina aloziyê û avakirina Sûriyeke azad, demokratîk û pirreng dibe asteng. Bêyî wê yekê û bêyî çareserkirina doza kurdî, aloziya Sûriyê çareser nabe. Kilîta çareserkirina aloziya Sûriyê, çareserkirina doza kurdî ye."