ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê du şehîdan bi merasîmekê hatin veşartin
Cenazeyê şehîdê Erka Xweparastinê Îsmaîl Cûma û şervanê QSD‘ê Hesen Xeraba (Egîd) li Goristanên şehîdan ên Şehîd Dicle û Şehîd Delîl Saroxan bi merasîmekê hatin veşartin. -
Tedbîrên Rêveberiya Xweser a li dijî vîrûsê hatin zêdekirin
Tedbîrên li dijî şewba vîrûsa koronayê ya li deriyê sînor ê Sêmalka ku girêdayî Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye zêde bûn. Bang li welatiyên ewropa û rojnamevanan hate kirin ku ‘geştê’ nekin. -
HRE: Droneyeke dagirkeran hate xistin
HRE'yê ragihand ku li Efrînê di 8'ê Adarê de droneyeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker hate xistin. -
YPJ: Wê têkoşîna me heta serketinê berdewam bike
Hêzên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) yên li herêma Cizîrê, bi merasîmek leşkerî û şahiyekê roja 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kirin. -
Dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî gundên Girê Spî dikin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topan li gundê Qizelî û Silîp ên Girê Spî didin. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 8’ê Adarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê daketin qadan. -
HRE: Li Efrîn û Babê 3 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihandin ku di çalakiyên hêzên wan de yên navbera 4-7'ê Adarê 3 çete hatin uştin û 4 jî birîndar bûn. -
Dewleta Tirk û çeteyên wê li Eyn Îsa sivîlek birîndar kir
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundên Eyn Îsayê kir. Di vê êrîşê de sivîlek birîndar bû. -
Endamê TEV-DEM’ê şehîd Abdulah hate veşartin
Endamê TEV-DEM’ê Imadedîn Abdulah yê ku li ser erkê xwe şehîd bûyî, li goristana Şehîd Xebat Dêrik a li Dêrikê hat veşartin. -
Li Rojava çalakiyê 8’ê Adarê
Jin li gelek bajarên Rojava hatin ba hev û ji bo 8’ê Adarê çalakî li dar xistin. -
Ambûlansên Tirk di xizmeta DAÎŞ'ê û El Nûsra de ne
Dayanç Dervîşov ku dema di nav El Nûsra de bû birîndar bûyî, bi ambûlansên Tirk birin Rihayê û ji wir jî bi ambûlansê birin Girê Spî ya bi kontrola DAÎŞ'ê. Dervîşov niha di destê QSD'ê de girtiye. -
Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Jina azad, civaka azad e
Komîteya Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di peyama ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de got: “Jina azad, civaka azad e.” -
Foza Yûsif: Gotinên Esad întixarekî siyasî ye
Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif a têkildarî gotinên Esad a ‘Doza Kurd xeyalî ye’ nirxand got: “Ev gotin gotina Erdogan a ‘tu ne fikirî nîne’ teman dike. Her du di nuqteya înkarê de hatin ba hev. Peyama werin em li dijî Kurdan bibin yek e.” -
Rêveberiya Xweser: Zimanê Esad xizmeta dewleta Tirk dike
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên tund nîşanî Serok Dewletê Sûriyeyê Beşar Esad a pirsgirêka Kurd înkar kir û Kurdan li dijî dagirkeriya Tirk yek gule jî neteqandiye, da. -
Artêşa Tirk hem li Rojava û hem jî li Başûr gund bombe kirin
Artêşa Tirk a dagirker gundekî girêdayî Til Temir û li Başûr jî gundekî girêdayî herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê bombe kir. -
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûn nîşanî Esad da
Partiyên Siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên nerazîbûn nîşanî gotinên Serok Dewletê Sûriye Beşar El Esed a Kurd kirin hedef da gotin: “Eset yekîtiya Sûriyeyê dixe xeterîyê.” -
QSD: Di êrîşa çeteyan a li ser rêya M4 de 2 çete hatin kuştin
QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku 4’ê Adarê çeteyan hewl da êrîşî rêya M4 û gundên derdorî wê bike. QSD’ê ragihand ku di bersivdayîna hêzên wan de 2 çete hatine kuştin. -
KNK-Rojava li Qamişlo buroya xwe vekir
KNK-Rojava li Qamişlo buroya xwe ya yekem vekir. -
Şehîd Serhildan Efrîn li Şehbayê bi merasîmekê hate veşartin
Ji bo Serhildan Efrîn ku di qonaxa duyemîn a berxwedana serdemê de şehîd bû, li Şehbayê merasîmeke girseyî hate lidarxistin. -
HRE'yê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
HRE'yê nasnameya şervanekî xwe ku li Efrînê şehîd bû eşkere kir û sersaxî ji gel û malbata wî re xwest. -
Şervanên QSD'ê ÎHA'yek dewleta Tirk xistin xwarê
Şervanên QSD'ê li Eyn Îsayê balafireke bêmirov (ÎHD) a dewleta Tirk xistin xwarê. Dagirker bombeyan li gundê Silîp ê Girê Spî dibarînin. -
Li Efrînê 7 çete hatin kuştin, 2 wesayit hatin îmhakirin
Li naveyên Raco, Bilbilê û Şêrawa yên Efrînê di çalakiyên sabotajê de 7 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin û 2 wesayit hatin îmhakirin. -
Ji çeperên Til Temir peyama ji bo 8'ê Adarê
Şervanên jin ên li çeperên Til Temirê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wan li ber xwe didin, 8'ê Adarê li jinan hemûyan pîroz kirin û gotin, "Em ê 8’ê Adara 2020’an bikin roja misogeriya serketinê, ev soza me ya ji bo tevahî jinên cîhanê ye." -
PYD’ê bi daxuyaniyekê gel ji kiryarên Tirkiyeyê hişyar kir
PYD`ê bi daxuyaniyekê di serî de gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyeyê ji ber kiryarên kirêt û siyaseta dagirkirin û mêtingeriya Tirk a li Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriye û dîsa Sûriyeyê gel hişyar kir. -
Dewleta Tirk gundên Şêrawa û Şehbayê bombe kirin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şerawa ya Efrîn û Şehbayê bombe kirin.