Di bombebarana li dijî Şêrawa de jinek şehîd bû
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şêrawa bombe kir. Di êrîşê de Emîna Mansûr Omer şehîd bû û kesek jî birîndar bû.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şêrawa bombe kir. Di êrîşê de Emîna Mansûr Omer şehîd bû û kesek jî birîndar bû.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrîşa li dijî gundên Kilûtê, Birc El Qas û Mezin yên navçeya Şêrawa ya Efrînê de jîngehên sivîlan kir hedef.
Di bombebaranê de welatiyên sivîl Emîna Manûr Omer (40) şehîd bû û Xelîl Bekîr Ehmed (35) birîndar bû.
Hate ragihandin ku bombebarana li herêmê bi giranî didome.