PYD: Hevdîtina ENKS’ê xizmetkirina ji bo dagirkeran e

PYD anî ziman ku hevdîtina rayedarên ENKS’ê ya li gel Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlut Çawîşoglû re tenê dikev di bin xizmeta siyaseta hêzên dagirker de.

PYD’ê têkildarî hevdîtina ENKS’ê ya bi Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglû re daxuyaniyek nivîskî da.

PYD`ê ev agahî da: “Hevdîtina ENKS`ê bi wezîrê karê faşîst ê Tirkiyê bê ku êş û azarên ku gelê me dikşîne, di ber çavan re derbas bike, bandoreke neyinî li ser insiyatîfa Fermandariya Hêzên Sûriyê Demokratîk a nêzikbûna di navbera aliyên siyasî yên kurdî de dike. Em dibînin ku ev hevdîtin armanc jê têkbirina insiyatîfê ye û bi vê yekê ENKS`ê tê pêşberî refleksa gel. Em piştrast dikin ku gelê Kurd êdî zana bûye û êdî kesên ku şaştiyên berê dûbare bike, rehmê lê nake."

PYD`ê da zanîn ku di rojên îro de, ji bo hîn herêmên wan, ew hewcedariya yek helwestekî zelal li dijî hêzên dagirker a faşîst in, lê danûstandina bi hêzên dagirker bi vî rêbazî, xizmeta siyaseta hêzên dagirker dike.

PYD`ê di dawiya daxuyaniyê de, bang li gel kir û got: "Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî lîstok û komployên ku li dijî wan ji aliyê hêzên faşîst re tê kirin, hişyar bin û bi rêya têkoşîna bi hev re ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî, yekitiya xwe xurt bikin."