Rêya M5 piştî 7 salan yekemcar li sivîlan hate vekirin

Rêya M5 a navbera Heleb û Şamê piştî 7 salan yekemcar ji çûn û hatina wesayitên sivîl hate vekirin.

Rêya bingehîn a navbera Heleb-Şamê, piştî 7 salan yekemcar li çûn û hatina wesayitên sivîl vebû. Rêwiyên ku piştî 7 salan yekemcar di wê rêyê de derbas bûn wêneyê rêgehê kişandin û şandin ji ajansa me re.

Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyeyê Alî Hamûd jî doh bi daxuyaniyekê ragihand ku rêya navbera Şam û Helebê "Bi rengekî bêsînor li wesayitên sivîl bi awayekî fermî hatiye vekirin."

Rêya ku ji destpêka sala 2013'an ve di bin kontrola çeteyên dewleta Tirk de bû, 7 salan nekarî bê bikaranîn. lê belê piştî operasyona ku hêzên rejîma Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsya û Îranê pêk anî, rê kontrol kiribûn.

Rêya M5 ji sînorê Başûrê Kurdistanê dest pê dike û di ser wîlayetên Hesekê, Reqa, Heleb, Idlib û Şamê yên Sûriyeyê digihêje heta Urdunê.