Hevserokên nû yên PYD’ê: Enwer Muslim û Eyşe Hiso

Di 8’emîn Kongreya Asayî ya PYD’ê de piştî erêkirina rêznameya partî û bernameya siyasî ya partiyê ji bo hevserokatiyê Enwer Muslim û Eyşe Hiso hatin hilbijartin.

Kongreya asayî ya 8’an a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku li Rimêlanê tê lidarxistin di roja duyemîn de didome.

Di kongreya ku ji çapemeniyê re girtî didome de bernameya siyasî ya partiyê hate gotûbêjkirin û bi dengdanê hate qebûl kirin.

Piştî erêkirina bernameya siyasî guhertina rêznameya partiyê hate nîqaşkirin.

Di encama nîqaşan de dengdan hate kirin û rêznameya partiyê jî hate erê kirin.

Hejmara endamên Meclîsa Partiyê ji 49’an bû 90 û hejmara endamên Komîteya Rêveber a PYD’ê jî ji 13’an bû 20.

Piştî erêkirina rêznameyê hevserok hatin hilbijartn. Enver Muslim û Eyşe Hiso ji bo erkê hevserokatiya nû yên PYD’ê hatin hilbijartin.

Eyşe Hiso di dema borî de jî hevserok Bû. Di encama dengdanê de ji bo dema nû dîsan hate hilbijartin.

EYŞE HISO KÎ YE?

Eyşe Hiso di sala 1978’an de li navçeya Şêrawa ya Efrînê jidayik bû. Perwerdehiya xwe ya li Fakûlteya Dîrok û Ziman di nîvê de hişt.

Ji damezrandina PYD’ê ve di nava xebatên siyasî ya partiyê de cih digre. Bi destpêkirina şoreşa Rojava re di nava Yekîtiya Star (ku piştre weke Kongreya Star hate guhertin) xebatên siyasî meşand.

Eyşe Hiso di nava xebatên Tevgera Civaka Demokartîk a Rojava (TEV-DEM) de cih girt û di 7’emîn Kongreya Asayî ya 27-28’ê Îlona 2017’an de bûbû hevseroka PYD’ê.

ENWER MUSLIM KÎ YE?

Enwer Mulim li bajarê Kobanê yê Rojava hate dinê. Piştî Fakûlteya Hiqûq a Zanîngeha Helebê bidawî kir demeke dirêj li Kobanê parêzertî kir.

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re bû Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê. Di berxwedana şerê Kobanê de cih girt û yek ji kesên digot “Kobanê wê ji DAÎŞ’ê re bibe goristan” bû.

Enwer Muslim herî dawî Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Firatê bû.