Cenazeyê şervanê HRE Nasih li Şehbayê hate veşartin

Cenazeyê şervanê HRE Dilşêr Kefer Nasih (Elî Kenco) li Şehbayê bi merasîmekê hate veşartin.

Bi sedan welatiyên Efrîn û Şehbayê cenazeyê şervanê HRE Dilşêr Kefer Nasih (Elî Kenco) ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de roja 24'ê Sibatê di encama êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de  şehîd bûbû, ji nexweşxaneya Avrîn girtin û ber bi gundê Kefer Nasih ve ketin rê.

Li goristana gundê Kefer Nasih ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin. Piştre endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Welo û Hevseroka Kantona Efrînê Şîraz Hemû axivîn.

Qisekeran sersaxî ji malbata şehîd re xwestin, hemû şehîdên azadiyê bibîranîn. Piştre nasnameya şehadetê ji aliyê Mamoste Nayîf Elî El Wêsî ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Girseyê piştre bi dirûşme û tilîliyên dayikan cenazeyê şervanê YPG’ê Dilşêr Kefer Nasih li goristanê veşartin.