Jinên li Şehbayê komplo şermezar kirin

Endamên Yekîtiya Jinên Şehbayê li ber komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabûn û komplo şermezar kirin.

Endama Yekîtiya Jinên Şehbayê Fatmê Mihemed komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got, ''Dewletan Rêber Apo xistin zindanê da ku fikr û ramanên wî berbelav nebin, asteng bikin lê fikir û ramanên Rêber Apo azad in.

Bi raman û felsefeya Rêber Apo jinên Şehbayê xwe nas kirin, ramana jina azad nas kirin. Jinên Şehbayê bi felsefe û ramanên Rêber APO ber bi azadiyê ve dimeşin, gav bi gav bi gav bi pêş ve diçin. Her çendî Rêber Apo li zindanê jî be, ramanên wî li derve ne û rengê dide tevahiya jiyana me.''

Endama Yekîtiya Jinên Şehba Hêvîn Ehmed jî komploya 15'ê Sibatê ya navnetewî şermezar kir û got,''Beriya ku ramanên Rêber Apo nas bikin jinên Şehbayê li nav çar dîwarên malê asê bûn, piştî naskirina felsefe û ramana Rêber Apo jinên Şehbayê guherîn, niha derkdikevin derve, dixebitin. Xwe ji nav çar dîwarên malê xilas kirine.''