‘Ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê PYD partiya pêşeng e’

Saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên tevlî kongreya asayî ya 8’an a PYD’ê ya partiya pêşeng a Şoreşa Rojava bûye, ragihandin ku partiya yekan e ya çareseriya krîzên Sûriye û pêşengtiyê ji yekîtiya netewî re bike PYD ye.

Kongreya 8`emîn a PYD`ê a bi dirûşma "Bi yekitiya demkokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin, Rêveberiya Xweser pêş bixin û Sûriyeke demokratîk ava bikin" ku li Rimêlanê hatibû lidarxistin, dewam dike.

Kongre piştî axaftinên Hevserokên PYD’ê Şahoz Hesen û Eyşe Hiso û şûnde bi axaftinên beşdarvan û peyaman dewam dike.

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan di kongreyê de axivî û diyar kir ku wan hêvî dikir ku axaftina di vê kongreyê de ji aliyê sekertera giştî ya partiya wan şehîd Hevrîn Xelef ve bihatiba kirin ku bi destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker hate şehîdxistin. El-Qeftan lidarxistina kongreyê pîroz kir û hêvî kir ku biryarên xizmeta gelê Sûriyê dikin û aloziyê çareser dikin, ji kongreyê derkevin. Her wiha destnîşan kir ku PYD li kêleka partiyên din xwedî faktorên pêkanîna berpirsyariyên mezin ên xurtkirina diyaloga Sûrî-Sûrî û avakirina Sûriyeke pir reng û demokratîk e.

MSD: DI ÇARESERIYA KRÎZÊN SÛRIYEYÊ DE PARTIYA PÊŞENG

Di kongreyê de Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Emîne Omer axivî û got: “Lidarxistina kongreyê di pêvajoyeke wiha de, îsbata berpirsyariya we di têkoşîn û partiyê de li hemberî gelê we diyar dike. Partiya Yekitiya Demokratîk di pêşkêşkirina çareseriyên demokratîk ên ku xizmeta yekîtiya axa Sûriyê û çareserkirina doza Kurdî dike, pêşeng bû.Em di pêvajoyeke hesas re derbas dibin, hemû hêzên herêmî û navdewletî destwerdana kar û barên Sûriyê dikin, lewma aloziya Sûriyê hem kûrtir bû û hem jî dirêjtir bû. Heta niha civaka navdewletî nekarî çareseriyê ji aloziya Sûriyê re bibîne û azara gelên Sûriyê bi dawî bikin, tevî ku dizanin ku şer tenê kuştin, wêrankirin û talanê bi xwe re tîne.”

MALBATÊN ŞEHÎDAN: YEKÎTIYA NETEWÎ DIXWAZIN

Hevseroka Konseya Malbatên Şehîdan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Arîf Balî jî kongre pîroz kir û anî ziman ku daxwazên malbatên şehîdan yekîtiya netewî ye.

GAZIYÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYE: PYD PARTIYA NETEWÎ YA DEMOKRATÎK E

Di nameya Yekîtiya Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji kongreyê re şandibû ev hate gotin: “PYD partiyeke ku bi layîqî pîvanên netewî ya demokratîk a Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê temsîl dike ye.”

KONGREYA STAR: ÇARESERIYA SÛRIYEYÊ LI VIR E

Berdevka Kongreya Star Evîn Swêd jî axivî û diyar kir ku çareseriya li Sûriyeyê li vir e.

EBID: PYD BÛ PARÊZVANÊ ŞOREŞÊ Û KEDKARÊ WÊ

Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El-Ebid jî kongre pîroz kir û got: “PYD ji bo biratiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rolek mezin lîst. Heman demê de bû partiya pêşeng a parêzvanê şoreşê û kedkarê wê.”

QSD: BI HÊVIYA KU PYD HÊ ZÊDETIR ROL BILÎZE

Şêwirmendê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Rêzan Gulo jî li ser navê QSD’ê axivî û bibîr xist ku divê PYD ji bo Sûriyeyeke hê zêdetir demokratîk bibe, rol bilîze.

PARTIYA YEKÎTÎ YA SÛRYAN: WÊ DAWÎ LI DAGIRKERIYA TIRKIYEYÊ JÎ BÊ

Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan Senherîb Bersûm jî wiha got: "PYD’ê di salên borî de gelek qurbanî dan û bi van qurbaniyan re Rêveberiya Xweser hat damezirandin. Ji ber partiyê ev fikr pêşkêş kir û pêkhateyên herêmê qebûl kir. Ev şoreşa hevgirtî ya rasteqînî ye û encama têkoşîna partiyekê ku hedefa wê pêkanîna daxwazên gelan be. Çawa ku tevahî hêzên êrişî herêmê kirine, têk birin, wê dewleta Tirk a dagirker jî têk bibin."

Kongre bi axaftinan didome.