Partiya pêşeng a şoreşa Rojava PYD xwe ji bo kongreyê amade dike

PYD ku partiya pêşeng a Şoreşa Rojava ye, wê bi şiyara "Bi yekîtiya demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin, rêveberiya xweser bi pêş bixin û Sûriyeya demokratîk ava bikin" sibe kongreya xwe ya 8'emîn li dar dixe.

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku partiya pêşeng a Şoreşa Rojava ye, di 24-25'ê Sibatê de kognreya xwe ya 8'emîn a asayî pêk tîne.

PYD ku di sala 2003'an de ava bû û rejîma Baasê bi komkujî û girtinê bersiv da wê, Ji bo Şoreşa ROjava ya 19'ê Tîrmeha 2012'an bû partiya pêşeng.

Kongreya 8'emîn a PYD'ê wê bi dirûşma "Bi yekîtiya demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin, rêveberiya xweser bi pêş bixin û Sûriyeya demokratîk ava bikin" were lidarxistin.

PYD'ê kongreya xwe ya dawî di 27-28'ê Îlona 2017'an de bi dirûşma "Ji Rojava ya azad ber bi Sûriyeya demokratîk û federal" li bajarê Rimêlan ê herêma Cizîrê pêk anî bû.

Di kongreya du rojan de wê karên partiyê bên nirxandin, raporên hevserokatiyê, raporên Meclîsa Giştî ya Jinan û Meclîsa Giştî ya Partiyê bên xwendin, bernameya siyasî bê nirxandin û li ser rêziknameyê nîqaş bên kirin.

Piştî nîqaşê jî wê dengdan li ser hevserokên partiyê, endamên meclîsa partiyê û desteya rêveber bê kirin. Di hilbijartinê de ku wê bi lîsteyekê bê kirin, wê rêveberiya nû ya partiyê were hilbijartin.

Di kongreya 7'emîn a PYD'ê de Ayşe Hiso û Şahoz Hesen bûbûn hevserok û 47 endamên meclîsa partiyê hatiyê hatibûn hilbijartin ku 23 ji wan jin bûn.

PYD di 17'ê Cotmeha 2003'an de ava bû û ji hingî ve zextên giran lê hate kirin. Di salên destpêkê de fatûreya "têkiliyên baş" ên navbera rêveberiya Sûriye û dewleta Tirk li PYD'ê hate birîn.

Ji ber zextên rejîmê gelek endamên partiyê hatin girtin û êşkence li wan hate kirin. Pêla herî mezin a êrişê jî bi komkujiya Qamişloyê ya 12'ê Adara 2004'an û serhildanên piştî wê dest pê kir.

Li Qamişloyê piştî maçeke futbolê ji ber êrişên ku ji aliyê rejîmê ve hatin organîzekirin bi dehan Kurd hatin qetilkirin û ev yek bû sedem ku li gelemperiya Rojava gel rabe serhildanê.

Rejîma Sûriyeyê ji ber serhildanê PYD sûcdar kir û bi sedan endamên wê girt û êşkence lê kir. Gelek rêveber û endamên partiyê mîna Osman Dadalî ji ber êşkenceyê şehîd bûn. Aqûbeta Nazliya Kecel û gelek endamên wê jî nayê zanîn.

Heman salê di 29'ê Mijdara 2004'an de rêveberên PYD'ê Şîlan Kobanê (Meysa Baqî), Zekeriya (Zekeriya Îbrahîm), Fûat (Hîkmet Tokmak), Cemîl (Nebo Alî) û Ciwan (Haci Cûma Alî) li Mûsilê di kemînekê de hatin qetilkirin.

PYD'ê piştî komkujiya Qamişloyê û pêvajoya piştî serhildanê dest bi rêxistiniya xweparastinê kir û bû partiya pêşeng a Şoreşa Rojava ku di 19'ê Tîrmeha 2012'an de pêk hat.

Ji roja ku şoreşê dest pê kiriye û vir ve li dijî êrişên OSO, DAÎŞ, El Nûsra, rejîmê û dewleta Tirk, PYD bi rola pêşengiya şoreşê radibe. Ji ber van êrişan tevî Gulê Selmo, Îsa Hiso, Abîd Xelîl û Omer Elûş bi dehan rêveberên partiyê şehîd bûn.

PYD li gel zext û êrişên giran, hem bi berxwedana xwe hem jî bi tevkariya xwe ya li paradîgmaya demokratîk, piralî, wekhev, ekolojîk û azadîparêziya jinê ya li Rojava, rola xwe ya partiya şoreşger didomîne.