Di êrîşa li dijî Eyn Îsayê de 4 sivîl birîndar bûn

Artêşa Tirk a dagirker dîsan bombe li herêma Eyn Îsayê barand. Di êrîşa li gundê Fatsa de 4 sivîl birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin artêşa Tirk  a dagirker saet 17:30’an gundê Fatsa yê Eyn Îsayê topbaran kir. Li gund sê zarok û jinek birîndar bûn û birîndar rakirin nexweşxaneya Reqayê.

Hemwext artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Sarûç, Kopirlik, Evdîkoy û Qizelî yên Girê Spî bombe kir. Diyar bû di van êrîşan de nuqteyên rejîma Sûriyeyê bûne hedef.

Hat zanîn li gundê Bîrkîno di navbera hêzên rejîma Sûriye û komên çete yên rejîma Enqerê de şer derket.