Cenazeyê şervanê QSD’ê Ebdulbaqî Revê hate veşartin

Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanê QSD’ê Ebdulbaqî Revê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê veşartin.

Bi sedan welatiyên Hesekê cenazeyê şervanê QSD‘ê Ebdulbaqî Revê (Diyar Hesekê)  ku dema bi erka xwe radibû şehîd bûbû, ji avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û piştre ji aliyê şervanên QSD’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Suryan Armîn Mardo axivî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştre li ser navê Meclîsa Leşkerî ya bajarê Hesekê Hisên Selmo axivî û got; “Şehîd Diyar tevî temenê xwe yê mezin ji erkê xwe yê li hemberî wan dûr neket heta şehîd bû. Her çendî me şerê dewleta Tirk kir em ê biser bikevin, ji ber ku em şopdarên ramanê  Rêber Abdullah Ocalan. Em soz didin ku em heta dilopa dawî ya xwînê li ser xeta şehîdan bimeşin."

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir. Girse cenazeyê şehîd Diyar Hesekê di nava dirûşme û tiliyên dayikan de spartin axê.

Şehîd Ebdulbaqî Revê bavê şehîd Rodî Revê (Diyar Hesekê) ye ku sala 2016‘an şehîd bû.