Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 4 sivîl revandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Mabata ya Efrînê 4 sivîl revandin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Mabata ya Efrînê 4 sivîl revandin.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, li gundê Badîna yê navçeya Mabata ya Kantona Efrînê 4 sivîl revandin.
Li gorî agahiyan, kesên hatine revandin ev in:Henan Şaban, Ehmed Horo, Lokman Mihemed û Mihemed Sîdo. Nayê zanîn ku yên hatine revandin bi ku ve birine.
Li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve bi hezaran kesên sivîl hatine revandin ku aqûbeta wan nayê zanîn.