Li Eyn Îsayê şerekî giran diqewime
Li Eyn Îsa û derdora wê, ji ber êrişa bi çekên giran a dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, şerekî giran diqewime.
Li Eyn Îsa û derdora wê, ji ber êrişa bi çekên giran a dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, şerekî giran diqewime.
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe, bi çekên giran bombardûman li herêmên Maîlîkiye, Hoşan, rêya M4 û Kampa Eyn Îsa ya li bajarê Eyn Îsa yê Bakur û Rojhilatê Sûiryeyê kir.
Şerê ku ji ber bombardûmanê dest pê kir, dewam dike. Li herêmê ku şervanên QSD'ê xweparastinê dikin, şerekî giran diqewime.
Di encama êrişan de elektrîk li ser bajarê Eyn Îsayê hate birîn.